
Heyeta PWKyê li Stockholmê bi heyeta PSKyê re civîya
.
A+A-
Li Stockholmê êvara 16.02.2026an, heyetek PSKyê ya ku ji Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, endamê Meclîsa PSKyê Salih Demir û Kovan Amedî, ji alîyê heyeta Partîya Welatparêxên Kurdistanê (PWK) ya ku ji endamên Meclîsa PWKyê Mumtaz Aydin, M. Selîm Uzun, Nezîr Akat, Zinar Soran, Roza Kurdî û endamê Nûnertîya PWK ya Swêdê Tahsîn Aslan pêk dihat, pêşewazî kirin.
Herdu alîyan jî girîngî û pêwîstîya dîyalog, hevkarî û xebatên hevbeş yên cihêreng anîn ziman.
Civîn di atmosferek germ û dostane de derbas bû.
12.02.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin