Hewlêr: Bexda rêyê nade benzîn derbazî Herêma Kurdistanê bibe

Hewlêr: Bexda rêyê nade benzîn derbazî Herêma Kurdistanê bibe

.

A+A-

Çavkaniyekê ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku hikûmet hemî bizavan dike ku rê bi bazirganan bê dan ku benzînê ji derve hawirde bikin, bi merema daxistina nirxê benzîna bazirganî.

Li ser sedemên giranbûna nirxê benzînê, wê çavkaniyê ji Kurdistan24ê re got: "Hikûmeta Îraqê rêyê nade ku yek lîtreya benzînê ji bajarên navîn û başûrê Îraqê bê nav Herêma Kurdistanê, di demekê de ku berê pişkek ji benzîna bazirganî ji wan deveran dihat."

Destnîşan jî kir ku ew madeyên ji bo berhemanîna benzîna Muhesen û Super dihatin bikaranîn ji Îranê dihatin, lê ji ber bombarankirina wan kargehên ku ji aliyê Amerîkayê ve berhem dianîn, niha rêjeyeke gelek kêm tê û nirxê wê jî bi awayekî berçav giran bûye.

Di derheqa dabînkirina sotemeniya navxweyî de, çavkaniya jêgotî ron kir ku Herêma Kurdistanê 50 hezar bermîlên petrola xav dide parzinîngehan û ew jî berhemê wê bi rêjeya %30 ji bo pêdiviyên navxweyî dabîn dikin, ku nirxê her lîtreyekê bi 750 dînaran e. Herwesa behsa wê yekê jî kir ku hinek bazirganan rewş bi delîve zaniye, lê tîmên hikûmetê berdewam çavdêriyê dikin û rêyê nadin ev delîve bê bikaranîn.

Di derheqa daxuyaniya Wezîrê Petrolê yê Îraqê de jî, wê çavkaniyê red kir ku wezîr gotibe eger Herêma Kurdistanê wan 50 hezar bermîlan bide, ew dê sotemeniyê dabîn bikin. Tekez jî kir ku ev mijar ji rastiyê dûr e; heta Hikûmeta Îraqê benzînê ji budceya sîyadî jî dikre û pişka Herêma Kurdistanê jî tê de heye, dîsa jî naşîne.

Di dawiya daxuyaniyê de, wê çavkaniyê ragihand ku wan daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kiriye ku pişka petrola xav a Herêma Kurdistanê ji 50 hezar bermîlan zêde bike, ji ber ku li gorî şayisteyan û pişka %12.6, divê nêzîkî 120 hezar bermîlên petrola xav bi Herêma Kurdistanê bên dan. Eger ev rêje bê zêdekirin, dê mimkin be ku heta %50 pêdivîtiyên benzînê bên dabînkirin û pirsgirêk heta astekî zêde bê kontrolkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin