"Hewcedariya welatê me bi partîyeke xurt heye”

"Hewcedariya welatê me bi partîyeke xurt heye”

PAK a Swêdê îro mînyatura wê PAK a ku em tarîf dikin e

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê  Mustafa Ozçelîk ji şeva PAK-Swêdê re ku bi munasebeta pîrozkirina sêsaliya Partîyê mesajek şand. Em li jêr vê mesajê bi xwendevanên xwe re parve dikin.

Heval û piştgir û dostên hêja!

Ez bi munasebeta vê şava ji bo sê saliya damezirandina partiya me ku PAK-Swêdê li darxistiye we hemûyan ji dil û can silav dikim!

Xuşk û birayên delal

Welatê me li her çarperçan de jî di qonaxeke gelekî hesas de derbas dibe. Di vê qonaxê de li gel hêvîyên destkeftîyên mezin, metirsîyên dijwar jî li pêşîya me ne. Tirkîye û Îran ji bo li her çar perçeyên welat, Kurd negihên tu mafên xwe yên netewî bi planên kûr hevkariyeke berfireh dane ber xwe.

Tirkiye û Îran piştgirîyeke mezin dan Iraqê ji bo referanduma serxwebûnê pêk neyê. Li gel hemû tehdît û komployên wan û li gel nerazîbûna Emerîka û dewletên Rojava, Kerkûk jî di nav de gelê Kurdistanê bi referandumê biryara xwe ya li ser dahatuya xwe da. Gelê me yê başûrê Kurdistanê Ji tirsa ku Kurd biryara xwe ya li ser pêşeroja xwe bi cîh neynin, bi piştgirîya Tirkîyeyê bûn armancên êrîşên Iraq û Îranê.

Îran û Tirkiye dixwazin heman sanaryoyê li Rojavayê Kurdistanê jî pêk bînin. Ji bo alîkariya Amerîka ya ji bo PYDê qutbikin û PYDê mecbûrî Esad bikin hişk bi Rûsyayê ve girtine.

Weha xuyaye Îran û Tirkiye ji bo ku Kurd li tu derê tiştekî bi dest nexin çi ji destên wan bê dê texsîr nekin, dê bi hev re planan çêbikin.

Ji bo em wek alîyên Kurdistanî li hember ev êrîşên ku qesta hebûna me dikin rawestin, şerdê yekem bi hişmendîyeke netewî û demokratîk, yekrêzî û yekhelwestîya me ye. Mixabin di vî warî de heta nuha pirêzên me ne baş in. Ji ber vê qelsiya me, me Kerkûkê bi destê xwe îkramî dijminê xwe kir. Heger Tevdem nikaribe bi ENKSê û bi hemû partîyên Kurdan re yekrêziya xwe pêkbîne, emê nikaribin li Roja-vayê Kurdistanê deskeftinên netewî û statuyeke sîyasî bidest bixin.

Yekrêzî li Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîstîya herî sereke ya gelê me ye.

Ji roja ku me ev xebata partîbûnê dest pê kirîye heta îro, rêbazeke me ya esasî jî, li perçeyê xwe yê bakur pêk anîna yekîtiyên siyasî û hevkarîyên netewî ne. Şîara me ya çarîn diyar e. Yên ku dikaribin di bin banê partiyekê de bibin yek bila bibin yek, yên bername û şêweya wan ê xebatê ji hevcûda bin û nikaribin bibin yek, bila bi hev re hevkarî û tifaqan bikin, yên nikarin hevkarî û tifaqan bikin bila di nav diyalogê de bin. Tew yên ku nikaribin diyalogê jî deynin, bila dijminatî û şerê hev nekin.

Bi ya me li Bakurê Kurdistanê hin partî, grûp û şexsîyetên ku bi rehetî dikarin di partiyekê de werin cem hev gelek in. Me ji bo vê yekê gelek caran muhawele kir, lê mixabin em bi ser neketin. Em dibêjin, heyf e, israf e, luks e; lê mixabin me heta îro nikarîbûye ew alî û kesên peywendîdar qani bikin. Emê ji îro pê de jî her li ser vê rêbaza xwe de bimeşin. Lê hewcedariya welatê me bi partîyeke xurt heye ku bibe mo-tora xeta Kurdistanî li bakurê welatê me. Ji ber wê jî, weke gava ewil, di vê qonaxê de, em bangî hemû kadir û kesayetiyên netewî, azadîxwaz, demokrat Kurdistanî dikin ku heta nuha bi sedemên cûda li der-veyî karê rêxistinî mane, mil bidin me, bibin xwedîyê PAKê, da ku ji bo PAKeke hîn xurtir, girseyî û geştir em bi hevdu re di rêya azadîya welatê xwe de, wazîfeya xwe ya netewî bi cîh bînin.

PAK a Swêdê îro mînyatura wê PAK a ku em tarîf dikin e. Ez bawer dikim PAK Swêd dê di rojên pêş de hîn zêdetir vê xisûsîyeta xwe bi pêş de bive. Bi vê munasebetê ez Komîte û hemû endam û alîgir û piştgirên PAK-Swêdê bi hestên hevaltî û biratîyê pîroz dikim.

Bi şîara ''Azadî ji bo Kurdistanê û Azadî li Kurdistanê'', Herine pêş. 25.11.2017

Mustafa Özçelik-Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin