Hevserokên Şaredarîya Licê Hatin Desteserkirin

Hevserokên Şaredarîya Licê Hatin Desteserkirin

Hevserokên Şaredarîya navçeya Licê hatin desteserkirin.

A+A-

Hevserokên Şaredariya navçeya Lîcê hatin desteserkirin.

Li navçeya Rezan a Ameda Bakûrê Kurdistanê, li hemberî dûrxistina şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê xwepêşandaneke nerzîbûnê birêve çû.

Hejmareke berpirs, endam û alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî xwepêşandanê bûn.

Lêbelê di navbera xwepêşander û hêzên polîs ên Tirkiyê de aloziyê rû da û 7 kes ji aliyê hêzên polîs ve hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku di nav kesên hatine desteserkirin de hevserokên şaredariya navçeya Lîcê ya Amedê, Tarik Mercan û Rûken Yilmaz jî hene.

Kesên hatibûn desteserkirin, pêşiyê bo pişkinîna tenduristiyê birin nexweşxaneyê û piştre bo navenda polîs a li Amedê hatin veguhastin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin