Hevpeymaniya Navdewletî li ser Pêşmergeyan 'hişyarî' da: Em dê alîkariyê nedin!

Hevpeymaniya Navdewletî li ser Pêşmergeyan 'hişyarî' da: Em dê alîkariyê nedin!

.

A+A-

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê hişyarî da Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Hevpeymaniyê ragihand ku proseya rêxistin û yekkirina Hêzên Pêşmergeyan nebin serî, dê alîkariyên Wezareta Pêşmergeyan qut bikin.

"Pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan jî rawestandiye"

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane ragihand ku Wezareta Pêşmergeyan çend xalên reşnivîsa lihevkirinê cîbicî kirine û got:

“Di Wezareta Pêşmergeyan de nebûna wezîrekî , wezaret di warên sazî û dezgehî de lawaz kiriye û pêvajoya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan jî rawestandiye.”

Me bêhêvîbûna xwe anî ziman

Matthew McFarlane bi bîr xist ku piştî nirxandineke di tîrmehê de, wan daxuyaniyek weşandibû.

McFarlane ragihand ku wan di wê daxuyaniya xwe de, bêhêvîbûna xwe ya derbarê pêkanîna hin armancên reşnivîsa lihevkirinê de anîbû ziman.

Divê wezîrek were destnîşankirin

McFarlane got, “Em hikûmeta Herêma Kurdistanê han didin ku ji Wezareta Pêşmergeyan wezîrekî re destnîşan bike daku îrade û niyeta xwe ya baş nîşan bide.”

Hişyarî da!

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyê ev hişyarî jî da:

“Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê reform û sozên xwe yên di çarçoveya rêkeftina lihevkirinê de cîbicî neke, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dê alîkariyên leşkerî û ewlehiyê berdewam neke.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin