Hevjîna Neco, Cemîle Buyukkaya koça dawî kir!

Hevjîna Neco, Cemîle Buyukkaya koça dawî kir!

PAK ji malbata wê re sersaxî xwest

A+A-

Cemîle Buyukkaya îro jiyana xwe ji dest da. Cemîle Buyukkaya hevjîna serokê DDKO yê Stenbolê û endamê PDK-T Necmettin Buyukkaya, dêya Serdil û Elva bû. Cemîle dermannas (seydali) bû.

PAK ji malbata wê re sersaxî xwest.

Beyana PAKê;

”Cemîle Buyukkaya ya welatperwera Kurd, hevjîna Necmedîn Buyukkaya yê şehîdê doza azadîya Kurdistanê, çû ber dilovanîya xwedê. Xweda bi rehma xwe şad bike. Cîhê wê bihuşt be. Sersaxî, sebir û metanetê ji zarokên wê û ji hemû malbata wan re dixwazin.”

Cenaza wê

Înê, 14.04.2017 saet 08.30 li Nexweşxaneya Gazi Yaşargil dê bihê wergirtin û li Siwerekê di Camîya A. Geylanî de nimêja wê bi kirin û bihê definkirin.

Tazîya wê li Komeleya Siweregî ya Dîyarbekirê ye.

Têkilî: Serdil Buyukkaya Yuzer
Tel: 0505 372 8023

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum