Hevdîtina Erdogan û Putîn bi dawî bû

Hevdîtina Erdogan û Putîn bi dawî bû

.

A+A-

Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn a li Soçiyê bi dawî bû.

Hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn a li Sanatoryuma Rûsyayê qedera 3 saetan berdewam kir.

Di civîna şandeya de ji aliyê Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Fatih Kacir, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek, Wezîrê ParastinêYaşar Guler, Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Seroka Bankeya Navendî Hafize Gaye Erkan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Pîşesaziya Parastinê Haluk Gorgun û Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun cih girtin.

Erdogan li ser vexwendina Putîn bi mebesta hevdîtinê çû Rûsyayê.

Beriya hevdîtinê her du serokan daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê û behsa rojeva xwe kir.

“Bazirganiya Tirkiye û Rûsyayê 62 milyar dolar e”

Erdogan behsa bazirganiya di navbera her du welatan kir û got:

"Niha di navbera Tirkiye û Rûsyayê de qebareya bazirganiyê ya derve 62 milyar dolar e. Meşa me ya ber bi hedefa 100 milyarî ve me gelekî kêfxweş dike."

Derbarê korîdora dexl û dan jî Erdogan wiha axivî:

"Piştî hevdîtina me peyama ku dê ji dinyayê re bê dayîn bi taybetî ji bo welatên Afrîkayê yên zêde pêş neketine dê bibe gaveke gelekî giring."

Erdogan anî ziman ku serokên Bankayên Navendî yên Tirkiye û Rûsyayê dê hevdîtinê bikin û wiha pê de çû:

"Serokê bankayên me yên navendî dê hevdîtinê bikin ku ev di têkiliyên dualî de û ji bo gavavêtina pereyê herêmî  dê bibe gaveke giring."

Putîn: Di rojeva me da peymana dexl û danê heye

Putîn jî anî ziman ku ew dê bi Tirkiyeyê re mijara gazê biaxivin û wiha got:

"Di demeke nêz de hem di mijara gazê û hem jî di qadên din de em dê gavên giring bavêjin."

Putîn got ew dê bi Erdogan re derbarê Ukraynayê û mijarên din  biaxivin û wiha got:

"Em dê qeyrana Ukraynayê biaxivin. Eger hûn peymana dexl û danê bînin rojevê, em ji bo van mijaran jî amade ne."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin