Herêma Kurdistanê têkildarî biryara Dadgeha Parîsê daxuyaniyek da

Herêma Kurdistanê têkildarî biryara Dadgeha Parîsê daxuyaniyek da

.

A+A-

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand kubiryara Dadgeha Bazirganî ya Navneteweyî li Parîsê ya di berjewendiyên hikûmeta Iraqê de li hember Turkiye dê bo peywendiyên Hewlêrê yên bi Bexdadê re nebe asteng. Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, ew dê peywendîyên xwe ligel Bexdayê berdewam bikin heta ku ew digehêjin çareserîyeke bingehîn, qanûnî û destûrî ji bo kêşeyan.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê îro Şemiyê 15ê Adara 2023yan derbarê biryara Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) li Parîsê ya derbarê petrola Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di wê çarçoveyê de dê serdana Bexdayê bikin.

Li gor nûçeya Reutersê, Iraqê îro şandina nefta xav ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê rawestandiye, Tirkiyê jî ji Iraqê re gotiye ku ew rêzê li biryara dadgehê digire û êdî rê nade ti gemiyek bêyî destûra Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike.

Her îro Wezareta Petrolê ya Iraqê jî ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Dadgeha Parîsê dikin, ku biryar daye nabe bêyî destûra Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bê hinardekirin.

Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di van çend mehên borî de li gel hikûmeta Iraqê di danûstandinan de berdewam bûye û " Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van çend mehên borî de ligel Hikûmeta Federal gotûbêj kirine û di dawiyê de her du alî li ser pirsa bûdce, petrol û gazê gihîştine rêkeftineke destpêkî û hevtêgihiştineke baş di çarçoveya destûrê de, mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tên dabînkirin."

Wezaret herwiha dibêje ku  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi berdewamî li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiye Sûdanî di nava têkiliyê de ye û piştî serdana Sûdanî bo Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê hatiye kirin. 

Îro pêncşembiyê dadgeha jûra bazirganîya navdewletî li Parîs a paytextê Fransa biryar da ku li hember rêkevtina hinardina petrola herêma Kurdistanê bi rêya Turkiye Li gor biryara nû, êdî Tirkiye bêyî razîbûna Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê dernaxe derve

Roja Pêncşemê Dadgeha Bazirganiya Navdewletî ya Parîsê biryara doza ku Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye ji medyaya cîhanê re ragihand. Dadgehê biryar da ku nabe bêyî destûra hikûmeta federal a Iraqê, keştiyên petrolê yên wî welatî ji benderên Tirkiyê ber bi bazarên cîhanê ve biçin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî dubarekirina helwesta xwe ya neguhêr di destbernedana ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, berdewam dibe di peywendiyên xwe yên ligel Bexdayê, ta gihîştina çareserkirina bingehîn, yasayî û destûr.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin