Hêmin Hewramî: PDK beşdariyê di helbijartinekî waha de nake

Hêmin Hewramî: PDK beşdariyê di helbijartinekî waha de nake

.

A+A-

 Endamê Polîtuborya PDKê di hevdîtineke li gel rêveberê karûbarên siyasî yê UNAMI li Iraqê ragehand, PDK beşdariyê li helbijartineke waha nake.

Endamê polîtburoya PDKê Hêmin Hewramî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsand, îro 28.03.2024ê li Pîrmamê min pêşwazî li rêveberê karûbarên siyasî yê UNAMI li Iraqê Manoch Masew kir.

Herwaha ragehand, di hevdîtinê de pir bi aşkerayî dîtin û helwêstê PDKê li ser rewşa siyasî û biryarên nedestûrî yên Dadgeha Federal me ji bo wî analîz kir.

Derbarê helbijartinan de jî me diyar kir ku di heyama du salên borî de wek PDK me hemû hewldanek da ji bo ku helbijartin di dema xwe de bên kirin û aliyên din rêgirî lê kirin û hewara xwe birin bo Dadgeha nedestûrî û ji wê derê ve biryarên siyasî ne ku yasayî li hember herêma Kurdistanê hatin derxistin û givaşa aborî û birsîkirina xelkê Kurdistanê, êrîşên bi dron û mûşekî li hember Herêma Kurdistanê bi giştî îû Hewlêr bi taybetî hatin bikaranîn. Beyanameya polîtburoya PDKê bi ronî analîz kir ku beşdarê helbijartinekî nabin ku pêşwext waha hatibe dîzayn kirin, ku Herêma Kurdistanê pê têkbidin û PDKê pê bişkînin û bi rêya dadgehekî nedestûrî ve yasayên Herêma Kurdistanê bên çêkirin.

Herwaha got, PDK lîsteya berbijêrên xwe yên ji bo helbijartinê pêşkeş nake ji berhelbijartineke waha ya bi biryara siyasî û nedestûrî ya dadgeha federal bike lîsteyê jî pêşkeş nake

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin