HDK: Me 2 sîxur radestî Herêma Kurdistanê kirin

HDK: Me 2 sîxur radestî Herêma Kurdistanê kirin

.

A+A-

Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), du gencên din yên Rojhilatê Kurdistanê radestî dadgehê kirin ku li gor wan, ew herdu kes sîxur bûne û destê wan di mûşekbarana baregeha partiya a li Koye hebû.

Di 8 îlona 2018ê de civîna komîteya navendî ya HDKê li Koye bibû armanca êrîşeke mûşekî ya Îranê û ji ber wê 16 kes ku 6 kes ji wan endamên serkirdatiya partiyê bûn jiyana xwe ji dest dan.

HDKê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku komîteya wan a ewlekariyê piştî lêkolîneke hûr, 2 kes girtine ku derbasî nava refên pêşmergeyên wan bûne. 

Hizba Demokrata Kurdistanê dibêe, kesên bi navê, Keywan(Soran) Feyzî û  Feraz Selewatî,  xelkê parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê ne û îtiraf kirine ku kar bo komara îslamî ya Îranê kirine.

HDKê daxwaz ji desteya dadweriyê ya Herêma Kurdistanê kir ku bi bal kişandin ser rewşa giran a wê tawanê û îtirafkirina tawanbaran, hikim li ser vê dosyeyê bidin û tometbar cezayê wê tawana metirsîdar werbigrin ku bi hevkariya wan hatiye kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin