HDK-Î 25ê Gelawêjê li Danîmaraka yê pîroz kir

HDK-Î 25ê Gelawêjê li Danîmaraka yê pîroz kir

.

A+A-

Di 19.08.2023 de, Endam û hezkerên Hizba Demokratîk ya Kurdistanê-Îran li Danêmarka, bi boneya 25ê Gelawêjê, 78emîn salroja damezirîna partîya xwe bi ahengekî girseyî pîroz kirin.

Aheng, bi srûda neteweyî û rêzgirtin bo canê pak ya şehîdên doza azadîya Kurdistanê destpê kir. Piştê bixêrhatin û xwendina peyama HDK-Îê û danasîna partî û alîyên sîyasî ku di ahengê de amadebûn.

Şahîya  şevê bi muzakên Necmedîn Xulamî û Şoreş Bokanî aheng û govend heta derengê şevê domand.

Me jî bi navê TDK-Tevger û PAK peyama xwe ya li jêrê radestên wan kir.

Eva jî peyama me ya pîrozbahîya 25 Gelawêjê, bi navekî din 78salroja damezirîna HDK-Î ye.

 

TDK-TEVGER û PAK: Em 78emîn salvegera damezrandina PDK-Îranê pîroz dikin

 

PDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Muhammed hat damezirandin.

PDK-Îran(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 78emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike.

PDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir.

PDK-Îran eve 78 sale hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro.

PDK-Îran partîya Pêşewa Qazî Mihemed, partîya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û eve 78 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwerane, wek aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê , doza azadîya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.

PDK- Îran di têkoşîna azadîya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye.Lê tu carî alaya azadî û têkoşînê li erdê nexistîye.

Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, weke bayê azadîyê tesîra xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.

Îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê jî, bi wan hestên neteweyî, niştimanî bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer, xebatkar û kedkarên doza azadîya Kurdistanê, alaya Kurdistanê li ba dibe.

Me duhî jî îro jî têkoşîna xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe dîtîye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.Û tu şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadîya xwe bidest bixe.

Em di 78emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.

Em bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, ji Bakurê Kurdistanê 78emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê pîroz dikin.

16.08.2023

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê(TDK-TEVGER)

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

1-377.jpg2-427.jpg3-392.jpg4-307.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin