Firokeyeke Rûsyayê li Sûriyê ket xwarê: 32 mirî

Firokeyeke Rûsyayê li Sûriyê ket xwarê: 32 mirî

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku firokeyeke wan a kargoyê li baregeha esmanî ya Himêmîmê ketiye xwarê û 6 ji wan murettebat 32 kes jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

Rayedarên Wezareta Parastin a Rûsyayê diyar kirin ku balafira kargo ya leşkerî ya ji cureya An-26ê 500 metro dûrî pîsta baregeha hewayî ya Hmeymîmê ya li nêzî Lazkiyeyê, ketiye.

 

LI GORÎ DANEYÊN DESTPÊKÊ BALAFIR JI BER SEDEMA TEKNÎKÎ KETIYE

Li gorî ragihandina rayedaran di balafirê de 6 ji wan mürettebat, 32 kes jiyana xwe ji dest dane û daneyên destpêkê yên ji cihê bûyerê hatin wergirtin, balafir jiber sedemeke teknîkî dibe ketibe.

Divê navberî de rayedaran destnîşan kir ku beriya ketina balafirê ti derbe nexariye.

Ev daxuyanî tê wateya ku balafir di encama êrişekî nehatiye ketin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku komisyona wezaretê lêkolîn derbarê ketina balafirê de da destpêkirin.

Beriya niha jî balafira kargoyê ya ji cureya An-26ê ya Sûriyeyê di sala 2015an de li Idlibê ketibû.

Balafira An-26 ji bilî murettebatê 38 rêwî û bi kapasiteya 5.500 bar dikare hilgire.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin