FFKP bidawî hat: “Le Pacha, ma mère et moi” yek ji fîlmên balkêş ê festîvalê bû

FFKP bidawî hat: “Le Pacha, ma mère et moi” yek ji fîlmên balkêş ê festîvalê bû

.

A+A-

Sêyemîn Festîvala fîlmên kurdî ya Parîsê (FFKP), ku di navbera 9 û 13ê heyva nîsanê de, li Centre Wallonie-Bruxellesê, li Parîsê pêk hat eleqeyeke ku heq dikir dît. Yek ji fîlmên herî balkêş yê vê festîvalê “Le Pacha, ma mère et moi / Paşa, diya min û ez” yê keça Perwîn Cemîl Paşa, Nevine Gerits berdewamiya doza kurdî ya rewa ji nifşekî bo nifşê din bi hosteyî nîşan dide. Fîlmê belgeyî ku bi awayekî giştî jiyana li surgunê ya malbata Perwîn Cemîl Paşa û têkoşîna wê ji bo doza kurdî, parastin û guhastina nasnameya kurdî pêşkêş dike, yek ji fîlmên herî serketî yê Festîvalê bû.
Fîlm bi efsaneya Newrozê û çîroka afirandina alaya kurdî dest pê dike. Paşê dîmenên erjeng ên komkujiya Helebceyê ya bigazên kîmyayî ji alî dîktator Sedam Hisên û artêşa wî ve, serîhildana 1991ê ya li başûrê Kurdistanê û koça du milyon Kurdî jî di nav de bûyerên arşîvê têne pêş çavên bîneran. Fîlm her wiha jiyana rojan ya Perwîn û mêrê wê yê Flaman nîşan dide ku bi çi fedekariyê dixwazin alîkariya doza kurdî bikin û wê biguhêzin nifşên nû. Meriv bihêsanî dibîne ku armaca Perwîn xanim ne jibîrkirin, lê li pey xwe binivîs û belgeyan şop hiştin e. Ango grîngiya arşîvê, tesnîfkirina agahdariyên zêde yên ji bo avakirina nasnameya kurdî û parastina wan nîşanî me nifşên nû dide.
Perwîn xanima ku xwe weke nûnera xwezayî ya gelê xwe dibîne teybetmendiyên cihê yên çand, muzîk û hunera kurdî bi kitekit zelal dike û daxwaza xwe ya berdewamî û pêşxistina wan tîne zimên. Her wiha ew dixwaze ku ev zanîn û hûner di nav malbata wê de jî ciyê xwe yê layiq bigre.
Ew ji derhênera film û keça xwe ya din, tevî ku li Belçîkayê bûne, zimanê wan Fransizî û Flamanî ye û berjevendiyên wan û wê ne yek in jî dixwaze ku bultena ragihandinê ya ku ew derdixe bidomînin.
Di fîlm de her wiha nameyên ku Ekrem Cemîl Paşa ji keça xwe Perwîn re bi fransizî şandine bi berdewamiya film bideng tên xwendin û cîhekî girîng digrin. Ekrem Cemîl ji ber ku mêrê wê ne Kurd e, li dijî zewaca Perwîn xanimê derdikeve, lê di dawiya her nameya xwe de jî îhmal nake ji keça xwe re dibêje, “tu prensesa min î, ez ji te pir hes dikim”.
Weke tê Perwîn Cemîl torina yek ji sê paşayên ku Împeretoriya Osmanî di dema şerê Yekem ê Cînanê de birêve birine Ahmed Cemalê ku binavê Cemal Paşa tê naskirinê ye.

Yaqûb Karademir
Rûpela Nû, Parîs

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin