Êzidî ji biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ne razî ne

Êzidî ji biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ne razî ne

.

A+A-

 Biryara dawî ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya ji bo valakirina kampên koçberan û hesabkirina niştecihên kampan wek xelkê deverên ku lê dimînin, rastî nerazîbûneke tund ji aliyê Êzidiyan ve hatiye. Koçberên Êzidî û saziyên wan vê biryarê wekî "neheqî" û hewldanek ji bo guhertina demografiya Şingalê dibînin û daxwaza vegereke bi rûmet û avakirina warê xwe dikin.

Bingeha Laleşê, ku yek ji saziyên herî girîng ên civaka Êzidî ye, helwesta xwe li hemberî vê biryarê nîşan da û ew wek biryareke "şaş" bi nav kir.

Endamê Desteya Bilind a Bingeha Laleşê Xeyrî Îbrahîm ji K24ê re ragihand: "Dema me ev nûçe bihîst ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê biryar daye kampên koçberan li Herêma Kurdistanê bigire, me zanî ku ev biryareke ne di cih de ye û dê ji bo koçberan kêşeyên mezin çêbike."

Li gorî Bingeha Laleşê, divê hikûmeta Iraqê li şûna zexta li ser koçberan, şert û mercên vegerê amade bike û ziyanên wan qerebû bike.

Koçberên ku ev 11 sal in di kampan de di nav şert û mercên dijwar de dijîn, vê biryarê wekî xemsariyeke mezin li hemberî êşên xwe dibînin.

Pîr Sufyan, koçberekî ji Şingalê, dilgiraniya xwe wiha anî ziman: "Em gelekî bi van biryarên Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê yên li dijî Êzidiyan xemgîn in. Ev biryar bandorê li ser guhertina demografiya Şingalê dike, ji ber ku ew kesên ku ne xelkê Şingalê ne, li wir bi cih dikin." 

Pîr Sofyan her wiha pirsiyar ji wezîrê dike: "Gelo wezîr 11 salan wek me di nav kampan de jiyaye ku bizane em çawa di nav aramiyê de ne yan na?"

Huseyn Beşkanî, koçberekî din ê Şingalî, dibêje: "Ev ne dadwerî ye ku li hemberî Êzidiyan tê kirin. Diviyabû li şûna vê biryarê, biryara qerebûkirina xelkê Şingalê bidana, wek ku ji bo parêzgehên wek Enbar û Mûsilê kirin. Pêwîst e malên Êzidiyan ji nû ve ava bikin, ne ku kampan li ser me bigirin."

Ev biryar di demekê de tê ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ev du sal in hemû alîkarî ji bo kampan rawestandine, ku ev yek jî jiyana koçberan dijwartir kiriye.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Koç û Koçberan a Parêzgeha Dihokê, nêzîkî 400 hezar koçberên Êzidî di kampên Herêma Kurdistanê de ne. Tenê li sînorê parêzgeha Duhokê, nêzîkî 40 hezar malbatên koçber di 15 kampan de dijîn û ji ber nebûna ewlekarî, xizmetguzarî û neavakirina herêmên wan, nikarin vegerin ser warê xwe. Tevî daxwazên wan ên dubare, heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ti gaveke cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan nehatiye avêtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin