Ew jî rawestîya; ”Ma tenê ez berpirsê vî zimanî me?"

Ew jî rawestîya; ”Ma tenê ez berpirsê vî zimanî me?"

Piştî hejmara sedemîn Newepel ji ber bê derfetiyê weşana xwe radiwestîne

A+A-

Newepel, yekane rojnameya bi zaravê Zazakî ya ku ji 15ê Adara 2011an ve tê derxistin, herî dawîn hejmara wê ya sedemîn derket. Piştî hejmara sedemîn Newepel ji ber bê derfetiyê weşana xwe radiwestîne. Ji ber bêderfetiyê û ji ber ku hemû barê rojnameyê li ser milê edîtorê wê Roşan Lezgîn bû, weşandina rojnameyê tê rawestandin.

Rojnameya Newepelê heta hejmara 50emîn jî ji 15 rojan carekê dihat weşandin, ji 50an heta 100 jî ji mehekê carê dihat weşandin. Rojnameya 8 rûpelî di hundirê 7 salan de sûdê bêhepma gihand Kurdiya Zazakî ya ku bi tunebûnê re rûbirû ye.

Heta niha 361 nivîskarî di rojnameyê de nivîsiye û 250 kesan ji Newepelê dest bi nivîsînê kiriye. Herwiha 81 çîrok, 137 meselok, 49 pêkenok, 32 lîstokên zarokan, danasînên çêkirina 42 xwarinan û bi dehan dastan, tiştanok, biwêj, gotinên pêşiyan û lorîk bi saya Newepelê hatine berhevkirin.

Mîzanpaj ne tê de ji serî heta dawî hemû karûbarên rojnameyê li ser milê serperiştyarê rojnameyê Roşan Lezgîn bû.

Edîtorê Newepelê Roşan Lezgîn di vê mijarê de ji Rûdawê re got: "Mirov dema 7 salê xwe dide rojnameyekê piştî demekê êdî qîm nake. Ez dixwazim ku heta hejmara sedî derbixin û rawestînim. Me ji xwe re bi derfetê xwe ev rojname derdixist. Carna hevalên me dibin alîkar û destheqê çapê didin. Lê bi piranî min bi derfetê xwe yê şexsî derdixist. Dema ew xwedî li zimanê xwe dernekeve, ev xwedî lê dernekeve, gel xwedî lê dernekeve, ma ev zimana tenê zimanê bavê min e?! Tenê zimanê kalikên min e? Ma tenê ez berpirsê vî zimanî me?"

Roşan Lezgîn hemû hejmarên Newepelê li mala xwe amade kir. Jûreke mala wî di heman demê de nivîsîngeha Newepelê bû. Nivîsên ku tê hemû bi destî wî tên redektekirin. Herwiha ew nivîsên ku girtiyên Kurd ji girtîgehan dişînin jî vediguhezîne ser kompîterê.

Lezgîn herwiha got: "Hema bêje seranserê meha min, seranserê dema min vê rojnameyê digirt. Hemû amadekariyê rojnameya Newepelê min di jûra xwe de dikir. Îngilistan, Kanada, Ewrûpa, li Başûrê Kurdistan û Qahîreyê li gellek welatan aboneyên me hebûn."

Di Newepela ku ji 8 rûpelan pêk tê de heta nivîsên 361 nivîskarî hatine belavkirin. 250 kesan cara yekem bi Newepelê dest bi nivîsê kirine. Herwiha ji her deverek zargotin û kelepûra devkî berhev kirine û di rojnameyê de weşandine. Lewma li gor xwendevanan bi girtina Newepelê re dê valahiyeke mezin çêbibe.

Xwendevanê Newepelê Remziye Bayram jî diyar kir: "Wekî min gellek kesên ku li ser Kurdî dixebitîn û dixwastin binivisînin cara yekem di Newepelê de dest bi nivîsînê kirine. Ez jî yek ji wan kesa me."

Xwendevanê Newepelê Mûtlû Can jî da xuyakirin: "Newepelê derheqê Kirmanckî de ango Kurdiya Zazakî de roleke girîng girt ser xwe. Heta niha jî ev rola girîng berdewam dike. Ez hêvîdar im ku sedan hejmarên din ên Newepelê derbikeve."

Herwiha Xwendevanê Newepelê Rifat Sefalî got: "Yên ku bi Zazakî dinivisînin pir kêm e. Xelk bi piranî bi Tirkî dinivisînin. Lê di vê rewşê de hemû nivîsên Newepelê bi Zazakî ne. Ev tiştek pir baş e. Pêwîst e mirov bide jiyandin baştir dibe."

Li gor UNESCOyê zaravê Zazakî bi tunebûnê re rûbirû ye. Kurdiya Zazakî wekî Kirmanckî, Kirdkî û Dimilkî jî tê nasîn. Li Bakurê Kurdistanê derdora 4-5 mîlyon Zaza hene. Digel vê hejmara zêde jî heta niha televîzyonek bi temamî bi Zazakî weşanê dike tune ye. rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin