Erdogan Karvekişîna Wezîrê Navxweyî Nepejirand

Erdogan Karvekişîna Wezîrê Navxweyî Nepejirand

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu do Yekşemê bi şev karvekişîna xwe ragihand, lê serokomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan ew karvekişîn nepejirand.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Tirkîyê roja Înê bi şev bo dawîya hefteyê 30 ji wan mezin li 31 bajaran qedexeya derketina derve ragihandibû û gel bo sitandina pêdivîyên xwarin û vexwarinê li pêş market û firinan rêzên dirêj çêkiribûn.

Piştî dîmenên pevçûnên gel û îzdiham raber dikirin, hikûmet jiber biryara qedexeya ya ‘’bi derengî’’ hatibû ragihandin hatibû rexne kirin.

Suleyman Soylu di daxuyanîya karvekişînê de dîyar kiribû ku wî nexwestîye ew îzdiham çêbe, lê pareke berpirsîyê li ser milê wî ye jî.

Wî di berdewamîya daxuyanîyê de xwestibû ku Erdogan wî efû bike.

Ofîsa Ragihandinê yê Serokomarîyê piştî daxuyanîya Soylu dîyar kir ku Erdogan karvekişîna Soylu nepejirandîye.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Soylu di têkoşîna dijî vîrusa korona de karên baş dike û ewê li posta xwe bimîne.

Li Tirkîyê heta niha bi qasî 57,000 kes bi vîrusa korona ketine û 1198 kes jiber wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin