Li Agirîyê êrîşa bi roketê; Soylu dibêje pevçûn didome

Li Agirîyê êrîşa bi roketê; Soylu dibêje pevçûn didome

Li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ve, otomobîleke Rêveberîya Gumruka Gurbulakê rastî êrîşeke bi roketê hat.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkîyê ragihand, îro 2ê Adarê di 3 kîlometrîya Derîyê Sînor ê Gurbulakê de li navçeya Bazîd a Agirîyê êrîşeke bi roketê pêk hatîye.

Li gor zanyarîyan, otomobîleke Rêveberîya Gumruka Gurbulakê bûye armanca êrîşê û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne, lê belê hejmara wan nehatîye ragihandin.

Ji ber êrîşê, hejmarek ambulans û tîmên hawarçûnê û tîmên berevanîya sivîl bo cihê bûyerê hatine birêkirin.

Herwiha rêya ber bi derîyê sînor ve ji ber sedemên ewlehîyê hat girtin.

Soylu: Pevçûn hêj didome

Li alîyekê din Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê, Suleyman Soylu li ser hesaba xwe ya twitterê amaje bi bûyera li navçeya Bazîdê kirîye û ragihandîye, li navçeyê pevçûbn hêj didom in.

Suleyman Soylu dîyar kir, “îro saet 08.50 li Agirîyê otomobîla zirhî ya ser bi Rêveberîya Gumruka Gurbulakê ku personelên gumrukê têde bûne, rastî êrîşa bi roketê hatîye û roket li tekera pêşîyê ya otomobîlê ketîye, di encamê de jî tê gotin ku hejmarek kes birîndar bûne.”

Soylu da xuyakirin, hêzên ewlehîyê ketine pê kesên êrîşkar û tekez kir, a niha li navçeyê pevçûn didome.

Heta niha ti alîyekê berpirsatîya êrîşê li xwe negirtîye.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin