ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin

.

A+A-

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), di salvegera komkujiya "Şeva Xedirê" ya li bajarê Kobanê de daxuyaniyek belav kir. ENKSê daxwaz kir ku lêkolîneke zelal li ser çawaniya derbasbûna komên çekdar bo nav bajêr were kirin û sûcdar werin darizandin.

ENKSê di daxuyaniya de ragihand, di berbangê 25ê Hezîrana 2015an de, komên çekdar (DAIŞ) bi awayekî xayînane êrişî bajarê Kobanê kirin. Ev êriş piştî çend mehan ji rizgarkirina bajêr (26ê Çileya 2015an) bi destê şervanên Kurd û bi piştgiriya Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî pêk hatibû.

ENKSê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hovîtiya komkujiyê û wiha got: "Di wê şeva reş de, nêzîkî 500 welatiyên sivîl; jin, zarok û kalûpîrên ku li malên xwe di xew de bûn, bi awayekî hovane bûn qurbaniya êrîşên terorîstan. Ev yek ji mezintirîn û kirêtirîn sûcên ku li herêmê hatine kirin e."

ENKSê di daxuyaniya xwe de rexneyên tund li rêveberiya wê demê ya li Kobanê (PYD) girt û ew bi xemsariyê tawanbar kir: "Em bêdengî û xemsariya berpirsên rêveberiya PYDê ya wê demê şermezar dikin. Heta roja îro lêkolîneke cidî, pîşeyî û zelal nehatiye kirin, da ku were aşkerekirin ka wan komên çekdar çawa xalên ewlehiyê derbas kirin û kî li pişt wan bû."

ENKSê destnîşan kir ku piştguhkirina vê dosyayê û derbasbûna demê bêyî hesabpirsînê, "birîneke kûr e di mafê şehîdan û malbatên wan de."

Her wiha ENKSê bang li civaka navdewletî û saziyên hiqûqî kir ku:

- Dosyaya vê komkujiyê neyê girtin.

- Lêkolîneke serbixwe û navdewletî were destpêkirin.

- Sûcdar û aliyên ku hêsankarî kirine werin dîtin û radestî dadweriyê werin kirin.

ENKSê daxuyaniya xwe bi van gotinan bidawî kir: "Dadwerî bi derbasbûna demê re ji holê ranabe. Mafê qurbaniyan ê ji bo zanîna rastiyê û hesabpirsînê nayê paşguhkirin. Silav ji bo şehîdên Şeva Xedirê ya Kobanê û rûreşî ji bo kujeran."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin