Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek jîyana xwe ji dest da

Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek jîyana xwe ji dest da

Endama Grup Yorumê Hêlîn Bolek a ku 288 roj bû di rojîya mirinê de bû, îro jîyana xwe ji dest da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Koma Grup Yorumê li ser hesaba xwe ya twitterê dîyar kir, ku endama wan Hêlîn Bolek îro jîyana xwe ji dest daye.

Hêlîn Bolek ji bo ku heval û endamên wê grûpê bêne berdan û zexta li ser çalakîyên wan ên hunerî û bi taybet Navenda Kultura Idilê, herwiha ji bo rakirina qedexeya li ser konsêrtên Grup Yorumê ketibû grieve û paşê çalakîya xwe veguherîbû bo rojîya mirinê.

Grup Yorumê li ser twittera xwe herwiha bang li xelkê kirîye, ku li malbata endama wan xwedî derkevin û endama xwe wek “şehîd” bi nav kirîye.

Endamekî din ê heman grupê yê bi navê Îbrahîm Gokçek jî ku bi Hêlîn Bolek re dest bi çalakîyê kiribû, di 284mîn roja çalakîya xwe ya rojîya mirinê de ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin