Ehmed Şera û Berhem Salih li Şamê vegera penaberan gotûbêj kir

Ehmed Şera û Berhem Salih li Şamê vegera penaberan gotûbêj kir

.

A+A-

 Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Şamê pêşwazî li Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekgirtî Berhem Salih kir. Di hevdîtinê de mijara sereke vegera penaberan û projeyên başbûna zû bûn.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, duh 10ê Tebaxê li Koşka Gel a li paytext Şamê, pêşwazî li Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) Berhem Salih û şandeya pê re kir. Di hevdîtinê de Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Es’ed El-Şeybanî jî amade bû.

Di vê hevdîtina fermî de, her du aliyan li ser rêyên xurtkirina hevkariya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekgirtî de guftûgo kirin.

Herwiha di hevdîtinê de rêyên xurtkirina hevkariya di navbera Komara Erebî ya Sûriyeyê û Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) hatin gotûbêjkirin. Her wiha piştgirîkirina hewldanên girêdayî vegera xwebexş û ewle ya penaberan, û projeyên debara jiyanê û başbûna zû hatin nirxandin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin