Dostê Kurdan Gerard Chaliand hat bibîranîn: Pêwîst e Kurd li dostên xwe xwedî derkevin

Dostê Kurdan Gerard Chaliand hat bibîranîn: Pêwîst e Kurd li dostên xwe xwedî derkevin

.

A+A-

 Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi merasîmeke taybet bîrmendê navdar ê Fransayî û dostê Kurdan ê kevnar, Gerard Chaliand bi bîr anî ku di 20ê Tebaxa 2025an di 91 saliya xwe de koça dawî kiribû.

Di merasîmê de heval, dost û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn û tekezî li ser rola Chaliand a di nasandina doza Kurdî û parastina wî ya ji bo miletên bindest hat kirin.

Hevaltiyeke 50 salî

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, di axaftina xwe de bal kişand ser hevaltiya xwe ya 50 salî ya bi Chaliand re û got: “Divê Kurd navên dostên xwe li zanîngeh, di dibistan li meydan û dersxane yan jî kolanekê bidin da ku xwendekar zanibin bê ka ev kes kî ye.

Ya duyem jî ew e ku divê Kurd pirtûkên wan wergerînin Kurdî û pirtûkên wan bixwînin. Chaliand nêzîkî 100 pirtûkan nivîsandine û 5-6 pirtûkên wî derbarê Kurdan in. Pirtûkên wî yên din li ser bîranên wî ne. Ew jî girîng in û pêwîst e ew jî bên wergerandin.

Gerard Chaliand ku bîrmend, helbestvan, nivîskar û mamosteyê zanîngehê bû, jiyana xwe terxanî lêkolîn û parastina miletên bindest kiribû.

Ji bo berhemên xwe yên li ser pirsgirêkên siyasî û civakî, wî serdana gelek welatên cîhanê kiribû lê Kurdistan û xelkê wê yek ji rawestgehên wî yên sereke bûn.

Hevala wî ya jiyanê Sophie Mousset, bi bîranînên xwe behsa gerên wan ên bi hev re kir û got:

"Sala 1995an min ew dît û ji sala 1999an ve ez pê re digeriyam. Em 20 salan bi hev re bûn û piştre jî 10 salan min pê re kar kir.

Ez pê re li Hewlêrê bûm lê min Kurdiya xwe ji bîr kiriye; ez lêborînê dixwazim. Demeke dirêj derbas bûye ku ez li wir bûm."

"Dostên me li Fransayê ji berê zêdetir in"

Di merasîmê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo malbat, dost û hevalên Chaliand hat xwendin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî, amaje bi wê yekê kir ku dostên Kurdan li Fransayê ji berê zêdetir in û got: “Kurd li hemberî dostên xwe nê bêwefa ne. Kengî me dostê xwe ji dest dabe em wan bi bîr tînin.

Wekî nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Fransayê her sal ji bo danasîna Herêma Kurdistanê em konferansan li dar dixin û îsal jî em dê xebatên xwe bidomînin.

Jiyana Gerard Chaliand

Gerard Chaliand ji malbateke Ermenî ye li Brukselê ji dayîk bûbû. Di sala 1958an de cara yekem Kurd nas kirin û paşê di sala 1973yan de bû endamê Komeleya Franko-Kurdistan. Piştre jî bû endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê.

Derbarê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de gelek lêkolîn û berhemên wî yên berfireh hene.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin