Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Ez naxwazim Kurdan derbasî nav Îranê bibin, em hevalên mezin ên Kurdan in û ez naxwazim bibînim ku Kurd êşê dikişînin û tên kuştin."

Donald Trump di dema serdana xwe ya bo Baregeha Asmanî ya Doverê de, ji rojnamegeran re axivî û got: "Em li wê vebijarkê nanêrin ku Kurd derbasî nav Îranê bibin, em gelek heval in li gel Kurdan û em naxwazin wî şerî zêdetir aloz bikin."

Trump her wiha got, "Ez naxwazim hêzên Kurdan biçin, ez naxwazim bibînim Kurd êşê dikişînin û tên kuştin

 Pêwendiyeke me ya gelek baş heye, ew amade ne lê min got, ez naxwazim herin."

Pirs ji Serokê Amerîkayê li ser îhtimala çûna hêzên Kurdî ya bo nav axa Îranê hat kirin.

Trump bi awayekî eşkere ragihand, ew rê nade Kurd herin nav şerê bejahî yê li nav Îranê.

Trump got, "Em bi Kurdan re dost in, lê ez naxwazim şer ji yê heyî aloztir bikim.

Min ew yek red kiriye ku Kurd herin nav Îranê, çimkî ez naxwazim bibînim Kurd êşê dikişînin yan jî tên kuştin."

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, Kurdan bixwe amadehiya xwe nîşan day  lê wî wekî parastinekê ji bo Kurdan û ji bo rêlibergirtina çêbûna aloziya zêdetir di nexşeya herêmê de, ew vebijêrk daye aliyekî.

Dema jê hat pirsîn "Gelo nexşeya Îranê dê wekî xwe bimîne?" bi kurtî got, "Dibe ku wekî xwe nemîne."

Trump bi serbilindî behsa destkeftiyên leşkerî yên hefteya yekem kir û got, "Me temamiya împaratoriya şeytanî ya Tehranê text kiriye."

Li gorî gotina Trump,  keştiyên şer ên Îranê bi temamî ji nav çûne û niha li binê deryayan in.

Şiyana avêtina mûşekan a Îranê ji sedî 90 daketiye û niha tenê ji sedî 9ê wê hêza Tehranê maye ku roja yekem hebû.

Hemû kargehên hilberîna mûşek û dronan bi tundî hatine lêdan û şiyana wan a nûavakirinê nemaye.

Pete Hegsethê Wezîrê Şer ê Amerîkayê jî got, "Qebareya hêza agirîn a li ser Tehranê dê rojên bê bi awayekî dramatîk bilind bibe."

Trumpê ku di rêya vegerê ya ji pêşwazîkirina termê 6 leşkerên Amerîkayê de bû ku li Kuweytê hatibûn kuştin, got: "Rojeke gelekî xemgîn e. Dîtina wan dê û bav û hevjînên mezin gelekî zehmet e."

Dema pirs jê hat kirin ‘Gelo ev yek nake ku ew ji şer vekişe?’ got, "Nexêr, ev beşeke tal a şer e.

Divê em vê penceşêrê li ser rûyê erdê paqij bikin da ku zarokên me parastî bin."

Serokê Amerîkayê şertê bidawîhatina şer spart "teslîmbûna bêmerc." Trump got, "Me sê an çar astên serkirdayetiya wan kuştine, yên ku niha mane, kes wan nas nake."

Trump ew rapor bi tundî red kirin ku dibêjin Amerîkayê dibistaneke keçan a li başûrê Îranê bombebaran kiriye.

Serokê Amerîkayê got, "Li gorî wan zanyariyên ku min dîtin, ew Îran bi xwe bû.

Ew di avêtina mûşekên xwe de ne hûrbîn in. Tenê aliyek heye ku bi qesdî sivîlan dikuje ew jî Îran e, li 47 salên borî û li 7ê Çiriya Pêşîn binêrin."

Trump rexne li birêvebiriya berê (Biden) girt ku yedeka stratejîk a petrola Amerîkayê ji bo armancên siyasî bi kar aniye û got, "Em dê careke din yedekan dagirin dema ku biha dakevin."

Trump derbarê Tengava Hurmizê de tekez kir ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê tengav kontrol kiriye û rê nadin ku Îran wekî karteke zextê bi kar bîne.

Di dawiya vê hevpeyvîna 17 xulekî de, Trump tekez kir ku şer gelekî baş bi rê ve diçe û "demjimêra azadiya gelê Îranê" nêzîk bûye lê got jî ku ew ne amade ye ti vebijêrkekê li ser maseyê rake, heta eger şandina hêza bejahî jî be di demeke pêwîst de.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin