Diyarbekir- Perwerdekar û mafnas banga xwedîderketina li zimanê kurdî dikin

Diyarbekir- Perwerdekar û mafnas banga xwedîderketina li zimanê kurdî dikin

.

A+A-

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîqaşên li ser perwerdehiya bi zimanê kurdî berdewam dikin. Hin siyasetmedar û mafnasên tirk li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî derdikevin. Perwerdekar û mafnasên Diyarbekirê jî bertekan nîşanî helwestên li hemberî perwerdehiya bi zimanê kurdî didin û dibêjin; divê her kurdek wekî Celadet Alî Bedîrxan bi rihê Kovara Hawarê, li zimanê xwe xwedî derbikeve.

Perwerdehiya bi zimanê kurdî di nava siyasetmedarên li Bakur û Tirkiyeyê de bûye mijara nîqaşan. Piraniya partiyên opozîsyonê perwerdehiya bi zimanê kurdî wekî mafekî rewa yê kurdan dibînin. Lê partiyên wekî MHP û ÎYÎ Partî li dijî vê yekê derdikevin û dibêjin; perwerdehiya bi zimanê zikmakî nayê gotûbêjkirin. Endamê Lijneya Rêveber ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê Egîtîm-Senê ya Şaxa Duyem ya Diyarbekirê Fesîh Zîrek got; kî di kîjan astê de li dijî perwerdehiya bi zimanê zikmakî derkeve bila derkeve divê kurd guhdariya wan nekin û bi siyasetmedar û saziyên xwe ve li zimanê xwe xwedî derkevin.

Fesîh Zîrek ji K24ê re got: “Em bawer dikin ku ji aliyê pedagojîk û formasyonê ve zarokê ku bi zimanê zikmakî neyê perwerdekirin her tim bi gavekê li paş dest bi jiyanê dike. Ji ber vê yekê kî çi bibêje bila bibêje, kî di kîjan astê de binirxîne bila binirxîne.. em dibêjin; divê her gel zarokên xwe ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiya xwe ya formasyon û pedagojik bigire.”

Mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ji aliyê hiqûqî ve jî tê nirxandin. Mafnasên kurd astengkirina perwerdehiya bi zimanê kurdî wekî binpêkirina mafê mirovan dinirxînin û dibêjin; bi vê yekê yasayên navneteweyî jî tên binpêkirin. Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Diyarbekirê Eyup Aydenîz got; ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve li dijî çand û zimanê kurdî helwesteke siyasî hatiye nîşandan lê divê kurd bi yek dengî li dijî vê helwestê rawestin û li zimanê xwe xwedî derkevin.

Eyup Aydenîz dibêje: “Bangewaziya me ji hemû civaka kurd re ye; çi li Ewrûpa, çi li Başûr çi li Bakur be, ango li kû dibe bila bibe , bila Kovara Hawarê bigrin destê xwe û bangewaziya Celadet Alî Bedîrxan li xwe bikin. Ji ber ku zimanê me winda diibe, nehêlin zimanê me winda bibe.  Ziman, şertê hebûnê yê yekemîn e.  Em li ber Kelha Diyarbekirê bangewaziya Celadet Alî Bedîrxan dûbare dikin; xwedî li zimanê xwe derkevin lewra zimanê me ber bi tunebûnê ve diçe.”

Li gorî perwerdekar û mafnasên kurd, li Tirkiye û Bakur di pêvajoya ber bi hilbijartinan de siyasetmedar mijara perwerdehiya bi zimanê kurdî wekî amûrekê bikartînin û dixwazin dengên kurdan bigirin. Ji damezrandina Tirkiyeyê ve bi dehan caran hilbijartin hatine kirin lê ti soz û we’dên li ser perwerdehiya bi zimanê kurdî hê jî nehatine cîbicîkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin