Dixwazin li Hewlêrê jî xwepêşandanê li dar bixin!

Dixwazin li Hewlêrê jî xwepêşandanê li dar bixin!

Hate ragihandin ku lijneyeke ji 5 kessan pêkhatî bi fermî daxwaza lidarxistina xwepêşandanê li Hewlêrê kirine lê walîtiya Hewlêrê destûr nedaye.

A+A-

Çavkaniyekî taybet ji Rûpela Nû re ragihand ku lijneyeke bi 5 kesan pêkhatî bi serlêdaneke fermî daxwaz kirine xwepêşandanekê li Hewlêrê jî li dar bixin.

Çavkaniyê Rûpela Nû ragihand Walîtiya Hewlêrê daxwaza wan red kiriye û gotiye ev daxwaza we li dijî zagonê ye. Her wiha Walîtiya Hewlêrê gotiye heke hûn çalakiyê bikin, ne em, xelkê Hewlêrê berê we bigire ku hûn xwepêşandanê li Hewlêrê bikin.

Heman çavkanî ji Rûpela Nû re got bi lêkolîneke derketiye holê ku hinek ji wan lijneya bi 5 kesan pêkhatî nêzîkî Tevgera Gorranê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin