Dîtina Warên Bav û Kalên Me Êzdiyan û Sira Erdê Zêrîn-beşa 1
Pêncî sal berê, dema ku min navên egîd, çiya, gund û şûnwarên herêma Xerzanê ji devê mezinan û ji zargotina me ya dewlemend qeyd dikirin û pişt re di berhemên xwe de parve dikirin, min hingê tenê ew nav di dil û bîra xwe de hilanîbûn. Hingê min erdnîgariya wan a fîzîkî ji nêz ve nas nedikir. Min nizanibû ka ew çiya ewqas bilind in, ew deşt ewqas fireh in û ew çem ewqas bi zêrînî di nav Dilê Êzdîxanê re diherikin.
Lê belê, piştî derbasbûna nîv sedsalî, dema ku derfet çêbû ez bi çavên xwe li van cih û waran meze bikim, di giyanê min de hestek pir kûr û xemgîniyeke bêtixûb peyda bû.
Gava ku em di nav herêma Xerzan û bi taybetî di rêya Bişêriyê re derbas bûn, min bi çavên xwe tabelaya Avuska bavê Elî dît û min temaşeyî herikîna Çemê Xerzan yê ku di dokûmentan de Ava Êzdîxanê hatiye binavkirin kir, min fam kir ku çima bav û kalên me di ber van axan de serê xwe dane û sir û baweriya xwe nedane êrîşkaran. Ev ax tenê ne erd û kevir e; ev ax dîrok, şeref û nasnameya me ya hezaran salan e.
Di vê seredana min de, gava ku nivîskar û dîrokzane kekê Xerzî Xerzan di wesayîtê de bala min berda ser deşt û girên herêma Navenda Xaltiyan , Çiyayê Gurdila , gundê Bîra Kurêdiya, Hemdûna, Kuşana, Qinaskê, Şêx Unis, Cimzerqê, pişt wan de Awîsk, Hecrê, Qorix , Inap, Zivinga Zoro, Texerî, Şêxevinda, Delana Başo, Delana Qaso û hwd., min zargotina ku min bi salan berhev kiribû ji nû ve di hişê xwe de zindî kir. Min dît ku ew stran, kilam û çîrokên ku li ser berxwedana kalikên me hatine gotin, li ser van gund û çiyayan hatine afirandin. Kalikên me ji bo ku ev warên mîna zêr ji destên wan dernekevin, li dijî ferman û êrîşên ku xwestine wan ji van deran rabikin, berxwedaneke mezin nîşan dane.
Bi taybetî gava ku ez li navenda Bişêriyê re borîm û min ew avahî, kolan û xaniyên nû dîtin, ji aliyekî ve xemgîniya guherîn û valabûna gelek warên kevnar dilê min êşand; lê ji aliyê din ve, zanîna kûrahiya koka me ya li vî erdî, serbilindiyeke mezin da min.
Her cihekî Xerzanê, her kevir û darê wê, şahidê xwahîş û berxwedana kalikên me ye. Dîtina van cihan piştî 50 salan, kûrahî û girîngiya zargotina me careke din ji min re piştrast kir. Ev erdê zêrîn berhema xwîn û xeta pêşiyên me ye û parastina bîranîna wan pîrozxaneya herî mezin e di giyanê min de.
Kemal Tolan, nivîskar û lêkolînrê Êzdî
Dengbêj Mustefa Emer e



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin