DÎBEYTA ZIMAN – ‘Neparastina ziman dê Kurdan tune bike!’

DÎBEYTA ZIMAN – ‘Neparastina ziman dê Kurdan tune bike!’

.

A+A-

Di televîzyona Rûdawê de, bi pêşkeşkariya Renc Sengawî, duh bi boneya “21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” dîbeyteke taybet derbarê rewşa zimanê Kurdî hat weşandin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 Çiriya Paşîna 1999an, 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ango “Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî “qebûl kir.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî her sal li çar aliyê cîhanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.

Rûdaw TVyê jî bi boneyê vê rojê, bi beşdariya pisporên ziman dîbeyteke taybet a ziman bi pêşkeşkariya Renc Sengawî weşand.

Mêvanên Renc Sengawî, Pisporê Zimanê Kurdî û Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Hogir Mehmûd, Pisporê Ziman Dr. Emîr Ehmed, Seroka Desteya Tûrîzmê ya Herêma Kurdistanê Emel Celal, Kordînetorê Weqfa Mezepotamyayê Mîkaîl Bulbul, Mamosteyê Zimanê Kurdî Nuh Bazgur, Alîkarê Serokê Akademiya Kurdî Dr. Reşad Mîran û Alîkarê Serokê Encûmena Dadweriyê Mihemed Caf bûn.

“Wek pêwîst girîngî bi zimanê Kurdî nadin”

Pisporê Zimanê Kurdî û Mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Hogir Mehmûd got:

“Zimanê Kurdî piştî raperînê lawaz bûye. Berî raperînê ewên ku li ser ziman kar dikirin gelek rijd û bihêztir bûn û guhdariyan wan dihat kirin.

Lê niha parastina ziman di asta pêwîst de nayê kirin û têrê jî nake.”

Di madeya yekemîn a destrûra bingehîn a Îraqê de tê gotin ku zimanê Kurdî û Erebî her du jî zimanên fermî ne.

Lê li gorî lêkolînên Renc Sengawî, 19 malper û rojnameyên elektronîk ên fermî yên Serokatiya Îraqê û hemû wezaret û dadgeha federal a wî welatî madeya yekemîn a derbarê ziman bin pê dikin.

“Ji ber neparastina ziman Kurdan dê li ser rûyê dinyayê nemînin”

Pisporê Ziman Dr. Emîr Ehmed jî diyar kir ku zimanê Kurdî nasnameya miletê Kurd e û eger Kurd zimanê xwe neparêzin bi navê miletê Kurd dê kesek li ser rûyê erdê nemîne.

Dr. Emîr Mihemed di wê bawerîyê de ye ku dema Kurdek bi Kurdî dipeyîve baştir dikare nerîna xwe bîne ziman.

Dr. Emîr Mihemed ji endamên parlamentoyê û karbidestên Kurd ên li Bexdayê xwest ku li cihên karûbarên xwe û li parlamentoyê bi Kurdî biaxivin û got:

"Wergêrekî wan hebe baştir e, wê demê ew dê hêjatir bin û ew dê peyama Kurdbûnê baştir bidin." 

Wî pisporê zimanê Kurdî, herwiha da zanîn ku Başûrê Kurdistanê li gorî parçeyên din, qonaxeke baş a ziman derbas kiriye û got:

"Lê pêwîstî bi dariştin, bi rêxistin û planeke siyaseteke ziman heye."

"Tabloyên tûrîstîk hemû bi Kurdî hatine nivîsandin”

Gelek caran welatî wan rexneya dikin ku dema ew diçin xwaringehekê yan cihekî geştyariyê, karmendên wan ên Kurd nînin û piranî bi zimanekî din diaxivin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar dabû ku navê hemû otêl, dikan, xwaringeh û cihên geştyarî bi Kurdî bên nivîsandin.

Seroka Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê Emel Celalê diyar kir ku hejmara herî zêde ya tabloyên ku bi zimanekî biyanî hatine nivîsandin li Hewlêrê ne.

Emel Celalê da zanîn ku Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê nikare bi serê xwe wê biryarê bicih bike û got:

“Me dest bi pêvajoya guherîna tabloyan kiriye û komîteyeka taybet ji bo vê yekê hatiye pêkanîn. Niha nêzîkî ji sedî sed navên xwaringehan bi Kurdî hatine nivîsandin."

"Li Bakurê Kurdistanê tirs heye ku navên Kurdî li zarokan bê kirin." 

Mamosteyê zîmanê Kurdî Nuh Bazgur derbarê rewşa zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê axivî û got:

“Heta niha jî konser û şanoyên Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên qedexekirîn. Herwiha li parlamentoya Tirkiyeyê jî axaftina bi zimanê Kurdî qedexe ye.”

Nuh Bazgur herwiha diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê malbat ditirsin ku navê Kurdî li zarokên xwe bikin û got:

"Nabe ku wekî kiryareke siyasî miamele bi axaftina zimanê Kurdî re were kirin ku ev mafê her take Kurd e." 

"Tezên master û doktorayê xeletiyên rastnivîsê hene"

Pirsgirêkeke din a îro li pêşiya zimanê Kurdî ye, pirsgirêka rastnivîsînê ye ku gelek caran di nivîsên hin nivîskaran de jî xeletî hene.

Alîkarê Serokê Akademîya Kurdî Dr. Reşad Mîran jî got, "Tezên master û doktorayê yên bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin ji me re tînin. Lê belê hinek ji wan bi şaşiyan tijî ne. 

Dr. Reşad Mîran herwiha da zanîn ku wan nameyek ji Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî re şandiye û got:

"Me pirsiye çawa dibe ku di asta xwendina bilind a Kurdî de şaşiyeke rastnivîsînê hebe lê mixabin heta niha bersivek nehatiye dayîn."

"Piştî serhildanê zimanê Kurdî hat paşguhkirin."

Alîkarê Serokê Akademîya Kurdî Dr. Reşad Mîran got jî:

“Piştî raperînê em hemû bi deskeftiyên siyasî serxweş bûn û zimanê Kurdî hat paşguhkirin. Niha jî ne rêxistinkirî ye."

Li gorî Komeleya Zimanzanên Amerîkayê di cîhanê de 6 hezar û 900 ziman hene, 106 ji wan zimanên fermî ne.

Li gorî hin lêkolînên zanistî yên li ser ziman, Kurdî zimanê herî dewlemend ê heyştemîn ê cîhanê ye.

"Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê meseleya man û nemanê ye”

Kordînetorê Weqfa Mezepotamyayê û Akademîsyen û Zimanzan Mîkaîl Bulbul di wê baweriyê de ye ku rewşa Kurdî li Başûr û Bakurê Kurdistanê j hev cuda ye.

Mîkaîl Bulbul got, "Hûn [Başûrê Kurdistanê] hewl didin asta zimanê Kurdî bilind bikin lê rewşa ziman li ba me [Başûrê Kurdistanê] meseleya man û nemanê ye.”

Mîkaîl Bulbul amaje bi wê yekê kir ku rewşa zimanê Kurdî li Bakurê kurdistanê bi rewşa siyasî ya welat ve girêdayî ye û xeterek mezin li ser ziman heye.

Mîkaîl Bulbul hinek amar dan û got:

"Ji sedî 90ê zarokên bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bi kurdî nizanin, zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê ne pênc sal û 10 sal in belku zêdeyî 120 sal in zext li ser heye."

Bulbul hişyarî da û got, "Eger rewşa li Bakurê Kurdistanê bi vî rengî berdewam bike, dê 20 salên din tiştek bi navê zimanê Kurdî nemîne."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sala 2012an ve polên 5, 6, 7 û 8an dikarin li dibistan dikarin serî li dersên Kurdî bidin û bixwînin.

Derbarê vî mafî de Bulbul eşkere kir ku eger midûrên dibistanan bixwazin bi hêsanî dikarin dersa Kurdî vekin lê ditirsin û got:

“Sala çûyî min daxwazname da. Li dibistana ku min daxwazaname dayê 2 zarokên min lê dixwînin lê dersa Kurdî venebû. Wekî ku kesê daxwazname nedabe nîşan didin.”

Bi gotina Bulbul li cihê dersa Kurdî rêvebirên dibistanan xwendekaran teşwîqê dersa din dikin wekî dersa Quranê.

Bulbul herwiha da zanîn ku mamosteyên Kurdî jî nayên tayînkirin.

"Kurdî zimanê desthilatdariyê bû"  

Pisporê Ziman Dr. Emîr Ehmed jî behsa girîngiya zimanê Kurdî di dema borî de kir û got:

"Zimanê Kurdî di serdema padîşahiya Med û Sasaniyan de nêzîkî 250 salan zimanê rêveberî û desthilatê bû."  

Zimanzanê Kurd da zanîn ku divê zarok di pola şeşemîn dest bi fêrbûna zimanekî duyemîn bikin û got:

"Mixabin li Herêma Kurdistanê, gelek zûtir dest bi fêrbûna zimanên duyemîn û sêyemîn dikin û ev jî dibe sedema tevlîhevkirina zimanan."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin