Dîbeyta Biden û Trump a dawî pêk hat: Siyaseta derve cîhekî girîng girt

Dîbeyta Biden û Trump a dawî pêk hat: Siyaseta derve cîhekî girîng girt

Di çarçoveya hilbijartinên Amerîkayê de, dîbeyta dawî ya navbera Trump û Biden pêk hat û li ser siyaseta derve, her aliyekî bersiva pirsan dan.

A+A-

Ji aliyê moderator Welker ve, di destpêkê de ji Biden hat xwestin, ger wek serok were hilbijartin ew ê danûstandinên wî li gel Çînê çawa bin.

Biden bersiv da û got: "Dema min bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtin kir, ez li dijî pêngavên Çînê yên li Derya Başûrê Çînê sekinîm. Helwesta min ya li dijî rêberên otokratîk, berevajîya helwesta Trump e. Ew zordarên wek li Koreya Bakur, Serokê Çînê, Putin û yên din hembêz dike.”

Trump jî got, sîyaseta wî ya li hember Çînê karîger e û ew dewlet niha hesabê kiryarên xwe dide û bacên ku li ser berhemên polayî yên Çînê hatine danîn di berjewendiya Amerîka de ne.

Di bersiva pirseke li ser Koreya Bakur, Trump da zanîn: "Tekiliya min bi Kim re pir baş e. Ew mirovekî cuda ye û îhtîmal e ew jî ser min bi heman awayî difikire. Ne tiştekî xerab e ku bi Kim re pêwendiyeke min ya baş heye.”

Piştî bersiva Trump, Biden ew rexne kir û got, berî ku Hîtler hemî Ewropa dagir bike, tekiliya Amerîka bi wî re jî baş bû.

Ji her duyan, ji Biden û ji Trump re rola maytekirina dewletên biyanî hat pirsîn û Trump got, Biden posta xwe ya cîgirtiya serok bi kar anî û ji xwe re berjewendiya diravî qezenc kir.

Trump got: "Tiştên ku we kirin û diravên ku malbata te girtin… ew hemî bi rêka te bûn,"

Biden berevanî li pozîsyona kurê xwe Hunter Biden ya kompanîya Ukraynî ya enerjî Burisma kir ku di dema karê wî yê cîgirtîya serok de çêbûbû.

Biden da zanîn: "Tenê yek tişt jî ne li dervayê qanûnê bû. Di dema împiçkirina Trump de hemî şahid piştrast kir ku min karê xwe bê qisûr kiriye. Kesê ku ji Çînê pere qezenc kiriye Trump e, ne malbata min e.”

Serok Trump qebûl kir ku li welatên bîyanî hesabên wî yên bankê hene û hesabê wî yê li Çînê tenê ji sala 2013an heta 2015an aktîf bû.

Rojnameya New York Times ragihandibû ku li Çînê, Brîtanyayê û li Îrlandayê hesabên Trump yên bankê hene.

Trump got ku ew karsaz e û normal e ku li gelek welatan hesabê wî hebin û berdewam kir: "Piştî ku ez bûm berbijarê seroktiyê, min biryar da hesabên xwe yên li welatên bîyanî bigirim. Lê, Biden û kurê wî û birayê wî hemê dewlemend dibin."

Biden got: "Kî dibe bila bibe, her welatekî ku mudaxelaya hilbijartinên Amerîkî bike wê rûbirûyê encamên wê yekê bin. Em dizanin ku di vê hilbijartinê de Rûsya û heta astekê Çîn destkarî dikin û niha em hîn dibin ku Îran jî ketiy heman hewlê. Ger ez werim hilbijartin, ew ê hemî hesabê wan kiryaran bidin.”

Biden îdia kir ku hêzên bîyanî yên wek Rûsya naxwazin ku ew were hilbijartin, ji ber ku ew dizanin ku ez ê bi helwesteke tund li hember wan bisekinim.

Trump jî got, li hember Rûsya kes wek min tund nebûye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin