
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
.
Di ser Komkujiya Dêrsimê re derbas 88 derbas bûn, şehîdên komkujiyên tên bibîranîn û şahidên sax ên komkujiyê jî tên ziyaretkirin.
Xelkê Dêrsimê dibêje ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin.
4ê Gulanê bîrîneke kûr e di dilê Dêrsima Bakurê Kurdistanê de.
Îro ew roj e ku di sala 1937an de Encûmena Wezîran a Tirkiyeyê fermana Komkujiya Dêrsimê îmze kiriye.
Îro bi vê boneyê çend çalakiyên bîranîna qurbaniyên komkujiya Dêrsimê birêve çûn.
Li gor amarên fermî di Komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938an berdewam kir, 13 hezar û 160 Kurd hatin kuştin lê amarên nefermî behsa hejmareke gelek zêdetir dikin.
Her wiha di komkujiyê de derdora 12 hezar kes jî hatin sirgunkirin.
Ji ber ku yekem belgeya fermî ya Komkujiyê û Fermana Dêrsimê sala 1937an wekî îro li Parlamentoyê ji aliyê Encûmena Wezîran a Tirkiyeyê ve hat îmzekirin.
Ji ber wê jî 4ê Gulanê wekî roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatiye diyarkirin.
Serdana şahidên komkujiyê hat kirin
Endam û rêveberên Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi minasebeta vê rojê li gundê Marcikê yê Dêrsimê serdana şahidên dawî yên Komkujiya Dêrsimê Mûsa Tekîn ê 100 salî û Sabriye Arslan a 97 salî kir.
Serokê Şaxa Dêrsimê ya HAK-PARê Gokhan Tarhan li ser komkujiyê got:
"Li warê me kê ev êş jiyabe me ew ji bîr nekirine, me xwest serdana wan kesên ku ev êş dîtine bikin. Me wekî HAK PARê, di serî de serdana Seyîd Riza kir û me çirayên xwe vêxistin.
Piştre me li gundê Marcîkê serdana apê me Mûsa Tekîn kir ku şahidê dawî yê komkujiyê ye.
Me jê re got ku em êşa wan parve dikin û me jibîr nekiriye. Çiqas şahid hebin em dê herin malên wan û serdana wan bikin û em dê ji wan re bêjin ku me ew ji bîr nekirine û em vê êşê ji dil dijîn."
Endamên HAK PARê piştre jî serdana gora Bego Polat kirin ku yek ji şahidhalên din ên komkujiyê bû û sala 2022yan koça dawî kiriye.
Di komkujiya Dêrsimê de dayik û sê xwîşk û birayên wî li pêş çavên wî hatibûn kuştin.
"Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin"
Tevî ku 88 sal derbas dibin heta niha ti gavek ji bo sivikkirina êş û azarên kesûkarên qurbaniyên komkujiyê nehatiye avêtin.
Endamê Encûmena Navendî ya HAK PARê Hanîfî Eren li ser Komkujiya Dêrsimê got,
"Komkujiya Dêrsimê bîrînek e ku hê jî xwîn jê diherike. Tiştên li Dêrsimê çêbûn di çarçoveya Peymana Pêşîlêgirtin û Cezakirina Sûcê Komkujiyê de ku sala 1948an di lîjneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hat qebûlkirin Sûcê Qirkirinê pêk tîne.
Sala 2011an Recep Tayyîp Erdogan ku serokwezîr bû gotibû 'Eger li ser navê dewletê divê lêborîn bê xwestin, eger lîteratûreke bi vî rengî hebe ez lêborînê dixwazim, ez dixwazim,' lê heta niha ti gaveke berbiçav nehatiye avêtin."
Li gorî amarên fermî di Komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938an berdewam kir 13 hezar û 160 Kurd hatin kuştin lê amarên nefermî behsa derdora 3 qatê wê hejmarê dikin.
Her wiha di komkujiyê de derdora 12 hezar kes jî hatin sirgûnkirin.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin