Di salekê de ya kêm 59 girtiyên nexweş mirine

Di salekê de ya kêm 59 girtiyên nexweş mirine

.

A+A-

Mafparêzan diyar kiriye ku dewlet ji jiyan û tenduristiya girtiyan berpirsiyar e û divê bihêle ew bikaribin mafên xwe yên dermanbûn û tenduristiyê bidest bixin.

Heyeta Çavdêriya li Girtîgehên Herêma Marmarayê bi civîneke çapemeniyê besa rewşa girtîgehan kiriye. Rêxistinên mafparêz, yên hiqûq û tendurisitiyê heyeta navborî ava kiriye. 

Di nava heyetê de endamên Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtî û Cezaxwiran (TUHAYDER), Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan (TAYAD) û Înîsiyatîfa Piştevinya bi Girtiyan re hene. Heyetê diyar kiriye ku heta binpêkirinên mafan bidawî bibin, ew ê xebatên xwe dewam bikin. 

Civîna çapemeniyê li Şaxa Stenbolê ya ÎHDyê pêk hatiye. Di civînê de endamên heyetê gotiye ku binpêkirinên mafan ên giran li girtîgehan her diçe bi rêk û pêktir dibe. Heyetê diyar kiriye ku ji binpêkirinên mafên tenduristiyê bigire heta yên ragihandinê, ji kiryarên xirab û îşkencekirinê bigire heta astengkirina bidestxistina edaletê, di gelek waran de  pirsgirêk di asta neçareseriyê de xetimiye. 

604 jê giran, hezar û 605 girtî nexweş in 

Di daxuyaniyê de ev zanyarî hatine aşkerekirin:

“Di nava mehekê de, li girtîgehên cida yên Tirkiyeyê herî hindik heft girtî can daye, her kêlî laşê mirovekî ji girtîgehan derdikeve, ev jî li welêt bûye tiştekî asayî.

“Li gorî daneyên Wezareta Dadê, li Tirkiyeyê heta 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê 297 hezar û 726 girtî hene. 38 hezar û 43 jê hê ceza li wan nehatiye birîn.

“Li gorî lîsteya ku Komeleya Mafên Mirovan di Adara 2021ê de aşkere kiriye, 604 jê giran, hezar û 605 girtî newxeş in. 

“Di nava 2021ê de ya hindik 59 girtî mirine. Heft ji wan piştî cezayên wan hatiye taloqkirin bi demeke kurt can dane.”

Mafparêzan diyar kiriye ku dewlet ji jiyan û tenduristiya girtiyan berpirsiyar e û divê bihêle ew bikaribin mafên xwe yên dermanbûn û tenduristiyê bidest bixin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin