Di operasîyona Raqayê de leşkerek amerîkî û 600 şervanên kurd jîyana xwe ji dest dane!

Di operasîyona Raqayê de leşkerek amerîkî û 600 şervanên kurd jîyana xwe ji dest dane!

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk tê eşkere kiribû ku tevahiya bajarê Reqayê ji milîtanên DAIŞê rizgar kirine.

A+A-

Li gorî sputnikê; Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê James Mattis gotîye ku di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji rêxistina terorîst a DAIŞê de leşkerek amerîkî û bêtirî 600 şervanên kurd jiyana xwe ji dest dane.

Mattis li Senatoya Amerîkayê axivî û diyar kirîye ku ev îstatîstîk dide nîşandan ku Amerîka operasyona bejahî dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê pêk neaniye, li şûna vê piştgirî daye hêzên herêmî.

Beriya niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk tê eşkere kiribû ku tevahiya bajarê Reqayê ji milîtanên DAIŞê rizgar kirine.

Rayedarekî Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê ji ajansa fermî a Sûriyeyê SANAyê re diyar kiribû ku daxuyaniyên kontrolkirina Reqayê ji DAIŞê ya hêzên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji bo sûçên ku ji bajarê Reqayê pêk anîn, veşirên dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin