Di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de dîwar

Di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de dîwar

Çawa dîwarê Berlînê nikaribû miletê Alman ji hev perçe bike ev dîwar jî dê nikaribe miletê kurd bi ruh û mêjî ji hev perçe bike.

A+A-

Li gor nûçeya Sefer Levent a rojnameya Tirkî ya Hurrîyetê; Serokê Îdareya Avahîçêkirinê (TOKI) Ergun Turan dide zanîn ku, ew ê di nav 5 mehan de 700 kîlometreya mayî jî çêbikin; sînorê Tirkiye û Sûriyê bi temamî bi dîwaran were girtin.

Heta niha di navbera Tirkiye û Sûriyê de 200 km dîwar ji alîyê Wezareta Parastinê û Walîtîyên li derûdora sînor ve hatine çêkirin.

Ergun diyar dike ku, di navbera Tirkiyê û Sûriyê de 900 kîlometre sînor heye ew ê di nav 5 mehan de yên mayî jî, temam bikin. Bilindahiya dîwaran 3 firehiya wan jî 2 metre ne û li ser dîwaran têlên cilêt dihên kişandin. Armanca çêkirina dîwêr ew e ku bêkontrol kes nikaribe di sînor de derbas bibe.

Ergun dibêje, karê ku ew dikin karekî ne hêsa ye ew li ser erdê mayinkirî kar dikin; ger ev proje bi dawî were dê bibe dîwarê sêyemîn a herî dirêj a dinyayê.

Sînorê di navbera Serxet û Binxetê piştî Peymana Lozanê bi îmzeya Peymana Anqerê ku bi Franse re bûye, hatîye çîxêzkirin. Di sala 1954ê de jî di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ji bo têkilîya aborî qut bikin li gor dewletê ”qaçaxçîtîyê” berterefbikin erdê sînor mayin kirine.

Çawa dîwarê Berlînê nikaribû miletê Alman ji hev perçe bike ev dîwar jî dê nikaribe miletê kurd bi ruh û mêjî ji hev perçe bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin