"Di nav nifşên nû de hestên niştîmanperwerîyê geş bikin"

"Di nav nifşên nû de hestên niştîmanperwerîyê geş bikin"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro peyamek pîrozbayî ji ber salvegera 55-mîn a damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê belav kir.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro peyamek pîrozbayî ji ber salvegera 55-mîn a damezrandina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji mamosteyên Kurdistanê xwest ku di nav nifşên nû de hestên niştîmanperwerîyê geş bikin.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li mamosteyên Kurdistanê kiriye û ragihandiye mamosteyan wekî  Pêşmerge di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de beşdarî kirine û bi dehan şehîd dane û ji wan xwestîye ku ew li nav nifşên nû de hestên niştîmanperwe geş bikin.

Barzanî got; ‘’Bi heman ruhê pêşmergetî li gel krîza darayî û şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê mamostayan nehêla xwandin li Kurdistanê raweste.’’

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku bi saya pêşmerge efsaneya DAIŞê hatiye şikandine û gelê Kurdistanê xwe amade dike gavekê girîng bavêje û pêwîst e mamoste bi ruhê pêşmerge bixebite û hestên niştîmanperwer û kurdewarî li nav nifşên niha de geş bikin.

Barzanî herwiha ji mamosteyên xwest ku divê ew ji nifşên paşerojê re bibêjin; ku qurbanî dana gelê Kurdistanê bê encam nabe, bi hêviyeke mezin ve dê ber bi paşerojek geş ve gav bên avêtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin