
14 leşkerên Îranê mirin
.
A+A-
Li parêzgeha Zencanê ya Îranê ji ber teqîna cebilxaneyên ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de neteqiyabûn, 14 leşkerên Supaya Pasdaran mirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê, 14 leşkerên Supaya Pasdaran ji ber teqîna bermayiyên şer mirine.
Teqîn di dema lêgerînê de çêbû
Hat ragihandin ku li parêzgeha Zencanê, ew cebilxaneyên ku di dema êrişên Amerîka û Îsraîlê de neteqiyabûn, di dema xebatên lêgerîn û pişkinînê (kontrol) de teqiyane.
Ji ber teqînê 14 leşkerên Supaya Pasdaran mirine û 2 leşker jî birîndar bûne.
Di encama xebatên lêgerîn û pişkinînê yên ku li herêmê didomin de, heta niha zêdetirî 15 hezar cebilxaneyên neteqiyayî hatine tesbîtkirin û tunekirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin