Di konferansa bibîranîna Mele Mustafa Barzanîyê nemir de axaftina Mehmet Can Azbay

Di konferansa bibîranîna Mele Mustafa Barzanîyê nemir de axaftina Mehmet Can Azbay

,

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 01.03.2024ê, bi minasebeta 45emîn salvegera koça dawîya Mele Mustafa Barzanîyê nemir, li Batmanê (Êlih) konfernanseke bibîranînê li dar xist.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di konferansê de di derbarê jîyan, têkoşîn, xebat û rola Mele Mustafa Barzanîyê nemir de axaftinek kir.

Ev jî teksta axaftina Mehmet Can Azbay e:

‘’ Mele Mustafa Barzanîyê nemir rêberê neteweyî, yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye!

Mele Mustafa Barzanîyê nemir, rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê, em bi hişmendîyek netewî û birêzdarî bibîrbînin.

Mele Mustafa Barzanî di 14ê Adara 1903an de ji dayikbûye û di roja yekê Adarê 1979an de çûye ber dilovanîya xwedê. Ango adara îsal, 121emîn salvegera ji dayikbûna wî û 45emîn salvegera wefata wî ye.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ye, ku di sedsala 20an de bi reng xwe û dengê radestî dîrokê kirîye.

Jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana M. Mustafa Barzanî yê nemir, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.

Mele Mustafa Barzanî, bi xebat, têkoşîn û rêbaza Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî tevgerîyaye; di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye û weke hîzmetkarê gele Kurdistanê d inav refên şoreşê de cîh girtîye.

Rêbaza Mele Mustafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Îhsan Nurî Paşa û Pêşewa Qazî Mihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye.

Weke Serfermandarekî Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê), di avakirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstî ye.

Ew damezranêr û serokê Partî Demokrat a Kurdistanê ye.

Mele Mustafa Barzani, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê, 11 salan li Yekitiya Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke bi gelek zehmetîyan ve dagirtî derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegerîya Iraqê, lê di demeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de Şoreşa Îlonê destpêbike. Di 11ê adara 1970yê de bi Hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêk neanî. Mele Mustafa Barzanî dîsa mecbûr ma di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatina Iraq û Îranê û nevbencîtîya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî li piştgiriya xwe ya ji bo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikestek giran xwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand û vekişîya Îranê. Lê ji bo berdewamî û hewldanên şoreşê biryara amadekarîya Qîyada Miweqat da û çirûskek têkoşînê geş kir.

Mele Mustafa Barzanî di roja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîya xwe li Emerîkayê çû ber dilovanîya xwedê.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanîyê nemir kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî yê nemir teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi têkoşîna hemû kedakarên doza azadîyê, li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe.

Xebat, têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mustafa Barzanî yê nemir îro jî jibo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêvîyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, serokek bû, niştimanperwerekî dilsoz bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû.

Mele Mustafa Barzanî yê nemir ne bes serokê partîya xwe bû; ew serokê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî, xebat û têkoşîna me ye.

Mele Mustafa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.

Barzanîyê nemir di wesîyata xwe de wesfê serokatî, niştimanî û kurdîstanîbûnê pir eşkere nîşan dike. Nemir di wesîyeta xwe de dibêje: ‘Heskirina we ya li hemberê min bila nezêdetirê heskirina peşmergeyekî şehîd be. Bila mezelê min ne bilindtir be ji mezelê peşmergeyekî şehîd.’

Helbete ku di vê cîhanê de tu kesê bê kêmayî tune ye. Lê gava ku meriv Barzanîyê nemir û xebata wî, helwestên wî dinirxîne, dibê biûcdan tevbigere û dibê mirov li gor pergalên demê, wan şert û mercên wê dema ku ew tê de dijîya li ber çav bigire û bûyeran binîrxîne. Rastî wê gavê derdikeve holê. Di tekoşîna netewî ya miletê Kurd de rola Barzanîyê nemir gelekî mezine! Di dîroka gelê Kurd de navê Mele Mistafa Barzanî bi tîpên zêrîn hatîye nivîsandin û wê wûsa jî bimîne.

Navê Barzanîyê nemir çewa ji bo gelê Kurd bû sembola berxwedan û Kurdewarîyê; ji bo dijmînên Kurdîstanê jî bû çîyayê tirsê! Dijmînê gelê Kurd çiqas bi def û lîstîkan xwestin bendavan çêbikin, çîya ji cîhê xwe herikîn û bi ser wan de çû.

Belê, rêbaza Mele Mustafa Barzanîyê nemir ji me hemûyan re dibêje:

* Serê xwe tu carî li ber dijminî netewînin.

* Bi biryardarî, bi sebir, birêxistin, bi tifaqa neteweyî, têkoşîna xwe qet ranewestînin.

* Bîr û bawerî û hişmendîya neteweyî, niştimanî bila her pûsûlaya we be.

* Têkoşîn û destkeftinên li her perçeyekî Kurdistanê, têkoşîn û destkeftinên xwe bizanibin, biparêzin, piştgirîyê lê bikin.

* Mafê miletê kurd e ku, wek her miletekî cîhanê li ser axa welatê xwe bi serfirazî xwe îdare bike. Tu carî hêvîya xwe ji azadîya Kurdistanê nebirin.

* Li zimanê xwe, li kultura xwe, li dîroka xwe xwedî derkevin; bixwînin, fêrbibin, pêşbikevin.

* Ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji rêhevalên xwe hez bikin; li hevdu xwedî derbikevin.

* Ji bo destkeftineke herî biçûk jî, ji bo azadî û dewletbûnê jî têbikoşin.

* Li her derê jîyanê û li her alîyê cîhanê dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin.

* Di dema şikestinê de bê hêvî nebin; di dema serkeftinê de jî, ji serxwe ve neçin.

Mele Mustafa Barzanî di hemû demên jiyana xwe de, xwedî bîr û bawerîyeke mezin bû. Bi hişmendîyek niştimanperwerî, mirov dostî û pêkve jîyan tevgerîya û rêbazek Kurdistanî radestî gele Kurdistanê kir.

Belê, azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be jibo Barzanîyê nemir û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê.

Ez li ser navê hemû rêvebir, endam û alîgerên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di 45emîn salvegera wefata wî de, Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tinim. Têkoşîna wan wê rêya me rohnî bike. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber têkoşîn û keda wan ditewînin...

Ez dixwazim axaftina xwe bi çend gotinên şehîdê nemir Pêşewa Qazî Mihemed bi dawî bînim. Qazî Mihemed di dadgeha dagirkeran de ewha diqîre:

‘Min alaya Kurdîstanê, emanetê Mele Mistefa Barzanî kirîye û li ser milê wî ji çîyakî dihere çîyakî, ji bajarekî dihere bajarekî, ji welatekî dihere welatekî, heta ku rojek li ser hemû çîyayên kurdîstanê li hemû derên Kurdîstanê bêdalqandin, pir baş bizanibin wê ew roj jî bê.

Pekala, ez bi çend hevokan Melle Mistefa Barzanî ji we re bidim nasandin. Di dîrokê de çiqas egît, mêrxas, xwedî ûjdan, mîrovperwer, azad, bêtirs û xwedî asoyek bêsînor hene BARZANÎ jî yek ji wan xweşmêran e. Çiqas nîşan û wesfên rastîyê, bawerîyê û dilsozî heye hemû di BARZANÎ de heye...’

Em cardin Mele Mistefa Barzanî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tinin û ew Alaya ku wan radestî me kirîye emê bi serbilindî hildin. Silav û rêz ji hemû Kuristanîyan re….

Êlih(Batman)

01.03.2024

Mehmet Can Azbay

Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin