Di bombebarana firokeyên Tirkiyeyê de 2 kes li gundekî Akrê şehîd bûn

Di bombebarana firokeyên Tirkiyeyê de 2 kes li gundekî Akrê şehîd bûn

.

A+A-

Sê welatî ku Pêşmerge ne, di seredanekê de ji bo gundê Kafiye, ber bombebarana Tirkiyê ketin û niha gundî li wan digerin. Di encamê de du ji wan jiyana ji dest dan.

Balefirên Tirkiyê gundê Kafiye yê girêdayî Akrê bombebaran kirin, tê gotin di encamê de, sê welatiyên ku çûbûn seredana rez û baxên xwe bikin ber bombebaranê ketine.

Li gorî agahiyên herî nû, du ji wan welatiyan jiyana xwe ji dest dane, herdu jî pismamê hev in. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Tê zanîn, herdu welatiyên jiyana xwe ji dest dane, Pêşmergeyên xanenişîn in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin