Di bixaksipartina hunermend Bavê Selah de PYD ala Kurdistanê Qedexe kir

Di bixaksipartina hunermend Bavê Selah de PYD ala Kurdistanê Qedexe kir

Di bixaksipartina hunermend Bavê Selah de PYD ala Kurdistanê Qedexe kir

A+A-

 

Di marasîmên bixaksipartina hunermendê kurdê navdar Abdulrehman Omer (Bavê Selah) de ku îro li Efrînê birêve çûn, asayişa bi ser PYD ve hemû alayên Kurdistan ku ji aliyê hezkiryên wî ve hatibûn bilind kirin anîne xwar.

Alîgirên Abdullah Ocalan rê jî nedan ku gotinek bi navê partiya ku bavê Selah endamê wê bû ango PDK-S di merasîman de bê xewndin.

Abdulrehman Omer di sala 1952 de li gundê Kurdanê girêdayî bajarokê Cindrêsê yê herêma Efrînê jidsyikbû bû, û yek ji navdartirîn hunermêndên Kurdistana Rojava bû.

Bavê Selah yek ji damezrênerê Koma Armanc ku di salên heştêyên sedsala bûrî de çalak û gelek bi navûdeng bû. Ew bêjerekî xwedî şiyan ê strana folklorî ya kurdî bû.

Abdulrehman Omer duh, di encamê krîza dil de ku berî mihekê tûşî bûbû, di nexweşxaneyeka bajarê Efrînê de jiyana xwe ji dest da. Ew îro bi beşdarbûna girseyeka cemawerî mezin li gundê xwe Kurdan bi xakê hate sipartin.

(E.B)

Jibo dîtina vîdiyo vê lînkê bitikîne:

http://basnews.com/index.php/ar/news/kurdistan/287308

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin