Dêrsimiyên li Xarpêtê: Em dixwazin vegerin gundên xwe

Dêrsimiyên li Xarpêtê: Em dixwazin vegerin gundên xwe

.

A+A-

Xelkê Dêrsimê yên ku di salên 1993-1994an de ji ber şerê PKKyê gundên wan hatine şewitandin û li Xarpêtê bi cih bûne, dixwazin vegerin gundên xwe.

Li gelek deverên Dêrsimê, wekî bi taybetî li navçeya Pilûrê, di navbera salên 1993-94an de gelek gund bi hinceta şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê hatine şewitandin.

Xelkê herêmê neçar mane cih û warên xwe terk bike û koçî navenda navçeyê û bajarên mezin bike.

Piraniya xelkê gundên navçeyên Pilûr û Xozatê yên Dêrsimê li taxên wekî Yildiz Baglari û Feyzî Çakmak a Xarpêtê li cem merivên xwe bi cih bûne û li wir jiyana xwe didomînin.

Taxa Yildiz Baglarî ya li Xarpêtê, taxek e ku bi koçberiya mecbûrî ya ji ber valabûna gundan bi hinceta "ewlehiyê" di sala 1994an de hatiye avakirin û her sal mezin dibe û piraniya wê ji Dêrsimî ne.

Divê were gotin ku hejmara xelkê taxê 7 hezar kes derbas kiriye.

Dixwazin vegerin gundên ku bi zorê jê hatine derxistin

Dêrsim yek ji wan bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku di salên 1990î de bi sedan gundên wê hatine valakirin.

Piraniya xelkê Dêrsimê yên ku çûye welatên Ewropa û bajarên mezin ên Tirkiyeyê û li wir jiyaneke nû ji xwe re ava kirine jî, dixwazin vegerin gundên xwe.

Xelkê ku neçar mabûn û li taxên Taxa Yildiz Baglari ya Xarpêtê bi cih bûne dixwazin vegerin gundên xwe.

Li gorî gotina xelkê şerê PKK û Tirkiyeyê azareke mezin daye wan û ew biryara PKKyê ya xwefesixkirinê erênî dibînin.

"Ji ber ku çek nehatin danîn me gelek êş kişand"

Jina bi navê Ajîme Mengîçê ji Rûdawê re got: "Me mala xwe hişt, me her tiştê xwe hişt, tenê em derketin.

Me pezê xwe li dû xwe hişt, me hinek birin û firotin û me her tişt hişt û em derketin û ketin ser rêyan û hatin.

Em tenê dû rizgarkirina zarokên xwe. Em hatin vir jî, em bi tunebûnê re rû bi rû man, me gelek zehmetî dîtin.

Bila êdî çekan deynin û werin bes e, ma me ji ber vê hindik êş kişand, mecbûr ew dê çekan deynin û werin."

Dêrsimiyê bi navê Huseyîn Saro jî her wiha got: "Em çi dixwazin ku heke ew me bi tenê bihêlin, em vegerin gundê xwe, ev der ji me re ne pêwîst in, ji ber ku hemû kedê me li gundê me ye, lewma em dixwazin vegerin gundê xwe."

Dêrsimiyê bi navê Hidir Kahraman jî got: "Dewlet babê me ye û dê û bavê me ye lê ev çi bav û dêûbavîtî ye? 20 sal e serkutiyê dike û heqaretê li me dike. Tu wiha yî tu wisa yî dibêjî.

Dibêje, ‘hûn hemû terorîst in’ û heqaretê li me dike. Niha jî dibêje ‘aştî’ ez vê yekê fêm nakim."

“Bila rêyên me çêkin û gundên ma ava bikin”

Velî Ozdemîr jî got, "Niha dibêjin, aştî, erê aştî baş e û em piştgiriya wê dikin. Malên me hilweşiyane, em nikarin herin gundê xwe.

Em li vir nikarin kar bibînin, îsal min xwest biçim lê rê tunebû. Em nikarin çêkin. Dewlet alîkariyê nake em jî nikarin bikin. Em çi bikin em li vir di rewşeke perîşan de ne."

Li gorî raporeke Parêzgariya Dêrsimê ya Çiriya Paşîn a 1997an, li Dêrsimê di 1994an de 183 gund, 823 gundik, 8 hezar 439 mal hatin valakirin, 41 hezar 939 kes ji cih û warên xwe hatin derxistin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin