Dêrsim dîsa dişewite

Dêrsim dîsa dişewite

Ji bo vemirandina agir dezgehên dewleta Tirkiyê, nakeve nav tu hewildanek. Xelkê deverê li gor tuwaneyên xwe hewil didin ku agir vemirînin. Lê hêzên ewlewî yên Tirk, ji bo vemirandina agir astengiyan ji xelkê re derdixîne.

A+A-

Komîteya HEVKARÎ ya hêzên Kurd û Kurdistanî li Swêd li ser şewata daristanên Kurdistanê nemaze ya Dêrsimê beyanek da.
 

”Li Herêma Dêrsim û Bingolê li bakurê Kurdistanê, dewleta Tirkî bi hinceta terorê çiya û daristanên Kurdistanê dişewitînin.

Li gor daxuyaniyên Dezgeha parastina xwezayê, DEDEF û gelek rêxistinên din yên sivîl, li deverek gelek mezin dişewite, dûmana agir li ser hemû herêmêye û rewş gelek xerab e.

Bi hezaran hektar zevî û daristan şewitî, bi vê şewatê ve gelek ajalên kovî jî dişewitin. Xesarek gelek mezin dide xwezayiya heremê.

Ji bo vemirandina agir dezgehên dewleta Tirkiyê, nakeve nav tu hewildanek. Xelkê deverê li gor tuwaneyên xwe hewil didin ku agir vemirînin. Lê hêzên ewlewî yên Tirk, ji bo vemirandina agir astengiyan ji xelkê re derdixîne. Mixabin ji ber van bûyeran xelkê heremê neçar dibin ku cîh û warên xwe biterikînin û koç bikin.

Dewleta Tirkiyê, bi dehan salane li çiya û newalên Kurdistanê bombe dibarîne. Berî 80 salan li Dêrsimê xelk hate qetilkirin. Çiya û newal, daristanên Dêrsimê tên bombekirin û şewitandin. Lê nekarîbûn bi qetliyam û bi metodên tund û tujî yê gelê kurd tune bikin û dengê azadîxwazên Dêrsimê bibirin.

Li gor me pirsa Kurd, pirsek siyasî ye, divê bi metodên siyasî û bi naskirina mafên kurdan ve dikare bê çareserkirin.

Riya herî rast ji bo Tirkiyê ku ji vê qeyrana xerab rizgar be, divê bo demokratîzekirina welat û bo naskirina mafên gelê Kurdistanê gavên bavêje.

Komîteya Hevkariya hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêdê, kiryarên kirêt yê dewleta tirkiyê li hember Kurdistanê mehkûm dike.

Bangê hêzên demokratîk yên Tirk û Kurd û her usa li dewleta Swêdê, Netewên Yekgirtî û Parlementoya Ewrûpayê dike ku li hember terora dewleta Tirkiyê bê deng nemînin”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin