Dennîs Dargul: Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di rewşa Otoasîmilebûnê de ye..

Dennîs Dargul: Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di rewşa Otoasîmilebûnê de ye..

.

A+A-

p-023.jpg

Dennîs Dargul

Zimanê Kurdî zimanên sereke yên destpêka mirovahiyê ye. Ziman bi afirandinê jîyana civakê ya dîrokî, berhemên çandinîyê, hilberiniya zanist û perwerdê diafire. Zimanê me yê kurdi jî, li gel destpêkirina dîroka mirovahiyê ya li ser Xaka Mezopotamya û Kurdistanê bingehê wê hatiye danan. Rîh û rîşaleyên wê ew qas di kûrahî de ne, bi zordestiya hezaran salane nikarîyane ji holê rabikin.

Li Ser Xaka Kurdistanê di encama tevkujî, zordarî, asîmilekirin û jinavbirinan bi dehan gelên xwedan împarator jinav çûn. Em hemû dizanîn ziman hebûna mirove, her çend têgeha hev fêmkirin û dîyalogê be jî, evro her netewek xwediyê zimanê xwe yê taybete. Me kurdan jî zimanê xwe yê kurdi yê şirîn heye ku di bin zor û zexta dagirkeriyê de ye. Li hemberî zimanê kurdi tawanek mirovahiyê tê encam dan ku em kurd bixwe li hemberî vê rastiyê bêdengîn.

Taybet li Bakurê Kurdistanê Zimanê Kurdi di Otoasîmilekirinê de ye. Yanî ber bi tunebûnek bi lez ve diçe. Tevgêra Bakurê Kurdistanê vê rastiyê jiber hest û têgeheştina îdeolojîk nabîne ango naxweze bibîne. Eger ziman biçe çawe dê bikarî bêjî ez kurdim. Li gorî rapirsiyên dezgehên mafê mirovan tabloyek dilêş li Bakurê Kurdistanê peydabûye ku ziman çend salên din bi temamî dê asîmile bibe. Kurd dê bêjin “Ez esil kurdê tirkim” tiştê Dewleta Tirkiyê ev 100 sale dixweze ev têgeheştine bûye. Li Bakurê Kurdistan ê û Anadolê nifusa Gelê Kurd zêdeyî 20 Milyonê ye, heta salên 1923 ê kurdan li vê perçeyê %100 zimanê dayka xwe kurdî qese dikir. Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk ji salên 1924ê heta niha zimanê Kurdî fermî qedexe kirîye. Navên suruşta wê, gund û bajarên wê, dar û berên wê, qedexe kirine û navên sexte lê kirine. Çi devera hebûna Kurdî lê hebaya, bi tevkujîyan bersiv daye û gelek kesayetên rewşenbîr jiber ku zimanê Kurdî qesekirine, pertûk nivîsane, hatine darvekirin.

Di salên 1925 an de, piştî têkçûna serhildana Şêx Seidê Pîran Dadgeha Îstiklalê ya Enqerê Şex Seid Efendî û 40 kesayetên li gel de bûn, dadgeh kirin. Di nav van kesayetan de zarok jî hebûn.

Zarokî Kurd yê 15 Salî jî amade bû: Dadgerî çend pirs jêkirin Tirkî fêmnekir. Navbirek dan runiştina dadgehê û piştre. Biryar serdan: “Ev zaroke tirki nizane jibo paşeroja Komara Tirkiyê dibe ku bibe xeter” û biryara sêdaredanê ser sepandin.

Sîyasetmedarê Kurd Mehdî Zana di dadgeha Tirkiyê de bi erinîna kurdî, tirkî qese nekir. 20 salan zêdetîr cezayê zînadanê lê birîn. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana: “Ev Sonde min jibo gelê Kurd û Tirk xweriye” 15 salan cezayê zîndanê lê birîn.

Dewleta Tirk di sala 1924 ê li hemberî kurdan xwedîyê çi hest û têgihiştin be, ne gohêriye. Evro jî heman têgeheştin û hestên faşizan serdestin. Hemû hêrişa wan di serî de li ser rûment û hebûna Gelê Kurd ziman, çand, dîrok û îradeya siyasiye. Hêşta di parlamena Tirrkiyê de zimanê Kurdî wek zimanê  “X” tê destnişankirin. Yanî Zimanê ku nayê fêmkirin.

Li Bakurê Kurdistanê ev rastiye çi qas fêm kirine gelo? Ez bawer dikim ku hêşta ev rastiya ku “ziman biçe netew diçe” fêm nekirine. Jiber ku daxwazên xetê îdeolojîk beriya ziman, dîrok, çand û netewî ye. Di rastiyê de, ev xepandinek mezine ku li hemberî gelê Kurd tê encam dan. Dewleta Tirk ziman qedexe dike, ziman tûne dihesibîne, dîroka te, hebûna te înkar dike, dê tu çi bikî? Gelo dê çawe di serî de Ziman û nirxên xwe yên bingehîn yên Kurdewariyê biparêzî ?

Di cîhanê nimûneyên dagirkeriyê û asimilekirina zimanan gelekin: Frense Zimanê Normandiye yê xwe cîh bi dehan salan qedexe kir. Ev zimanê vê deverê yê Brotanan Evro nema ye. Dewleta Frense pişti Asimilekir biryar da ku Brotanî dikarin dersên bijarte wek dersên zimanê dayikê hilbijêrin. Navên gund û bajarên wan yên qedexe kirî van salên dawîyê vegerandin.

Dewleta Rusya Polonya Dagirkir û Zimanê Leh î (Zimanê Polonya Devoka Silave) qedexe kir. Dewsa wê zimanê xwe yê Rusî ser wan sepand. Civaka Leh î çi kirin? Xwe bi rêxistin kirin û biryar dan di malên xwe de, di seri de gel zarokan,  kolan û şeqeman de, kar û dezegehan de, Leh î biaxifin. Zimanê Leh î  jî, taybet Dayik û zarokan parast. Di heman demê de Zimanê Lehî zimanê herî dewlemend yê edebî, wêje, dîrokî û akademîk yê Zankoyane. Rusya ji neçarî gav paş de avêt û zimanê Lehî disa wek zimanê xwendinê di xwendingehan de pejirand.

Em kurd li bakûr çi reweşde ne? Di malên xwe de li gel zarokên xwe Tirkî qese dike, kolanan tirkî dide û distîne û di xwendingehan de Tirkî ye û şansek dimîne ku zarok asimile nebin ew jî, dayîke. Dayîk jî evro li Bakurê Kurdistan ê li gel zarokên xwe Tirkî diaxive.  Bi rastî dayik tirkî nizane, lê li gel zarokên xwe Tirki qese dike. Çend eybe mane ? Bi destên xwe em zarokên xwe asîmîle dikîn. Li Amedê edî zarok di kolanan de, dema yariyan dikin bes zimanê Tirkî qese dikin. Ev xeteriya herî mezine ku ber deriyê mala her kurdekê ye. Xala herî balkêş jî ewe: Hejmarek zor kurdên me yên Bakûr ku jibo kurdinêyê zor û zehmetî dîtine, heta şoreşger bûne, koçber bûne, ketine zînadanan, li Başûr bi zimanê Tirkî li gel zarokên xwe qese dikin. Zarokên wan jibilî zimanê Tirkî çi zimanan nizanin. Gelo ma vir jî kesekî zimanê we qedexe kirîye?  Li Başurê Kurdistanê xwendingeh heta Zankoyê Kurdîne. Her wiha 5 zimanên resmî li Başurê Kurdistanê heye. Çima ev têgeheştin heye ez fêm nakim.

Ev Xeteriye ji bo tevgêra Sîyasî ya Bakurê Kurdistanê dizivre.

Pêwiste hemû çalakiyên tevgêrên Bakurê Kurdistanê yên medenî destpêkê jibo Zimanê Kurdî be. Ziman biçe Gelek bi navê Kurd winda dibe. Gotinên virt û vala yên wek “Em bi zimanê dûjmin şerê wan dikîn” “Ziman ne giringe, paşê”  “Zimanê Kurdi ne yê xwendinê ye” ev gotarên vala û harikariya Otoasîmilekirina Dewletê dikin xeletin.

Pêwiste bizanin, çi Îdolojî, Partî, Komele, Dewlet û Împarator ji Zimanê Dayikê pîroztir nîne. Asimilekirina Zimanê Kurdî çawe tawanek mirovahiyê ye, xwedî lêderneketin jî, paşxistin jî, qasî tawana dewletê xerabe.

Doza sîyasî ya Bakurê Kurdistanê îro ketiye nav Parlamena Tirkiyê. Parelamenterên Kurd yên Kurdî qese dikin, dilsozin, cîhê rêz û pîrozahi ye. Bi înada kurdî pêwiste berdewam Kurdî biafixin û arêşên xwe, mafê Gelê Kurd bi zimanê Kurdî bînin zaiman. Ev helwest di nav civakê de wêrekiyê, paldanê, giringîya zimanê me pitir bi gel û civakê bide fêmkirin. Gelê Kurdistanê eger evro hebûna wê berdewam be, ZİMAN amîra serekye ku ew parastiye. Lê Evro pêwiste Zimanê Kurdî bibe zimanê Fermî yê Perwerdê. Eger na, xwe ji Otoasîmilekirinê rizgar nake û jinav diçe. 

Çavkanîya nivisê : BasNews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin