Daxuyanîya PSKê ya ji bo 15ê Gulanê

Daxuyanîya PSKê ya ji bo 15ê Gulanê

Xwedî li hişmendiya neteweyî ya Hawarê derkevin

A+A-

Daxuyanîya PSKê ya ji bo 15ê Gulanê

Wekî tê zanîn, 15ê Gulanê, destpêka derxistina Kovara Hawarê ye. Wekî tê zanîn hejmara yekan a Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932an de tê weşandin.

Derxistina Kovara Hawarê, qonaxeke sereke ye di dîroka ziman û wêjeya gelê kurd de. Ji bo ku cara yekem bû - ji bilî çend nivîsên bi frensî- kovareke xwerû bi zaravayê kurmancî, bi elfabeya latînî û bi hişmendiyeke bilind a welatparêzî dihate çapkirin.

Hawar ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve hate weşandin. Çendin ji nivîskarên Hawarê Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî , Nûredîn Zaza, Qedrîcan û hwd. bûn. Van lehengên kurd, li aliyekî di warê ziman û edebiyata kurdî de rêbaz û rihekî nû afirandin; li aliyê din jî di nav tevgera azadî û rizgarîxwaz a gelê kurd de, heta dawiya jiyana xwe cihê xwe girtin.

Mirov dikare bibêje ku bi derketina Hawarê bendek zexim li ber pêla asîmilasyonê hate girtin; bîr û baweriyeke mezin, sînerjiyeke mezin derket holê. Hawar bû dibistaneke çand, ziman, edebiyat  û tarîxa  kurdî û di belavbûna hestên neteweyî ya li seranserê welêt de roleke mezin leyîst.  

Bi derketina Kovara Hawarê Mîr Celadet bangî kurdan kir, li wan kir qîrîn û hawar, da ku xwedî li zimanê xwe derkevin, zimanê kurdî bikin zimanê sereke yê jiyanê. Mîr Celadet û dildarên Hawarê xwestin ku her maleke ku kurd lê dijîn bibe dibistaneke kurdî, zarokên kurd fêrî ziman, çand û tarîxa xwe bibin.

Em jî wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, di salvegera derketina Hawarê de qîrîn û hawara Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî wek erkekî xwe dibînin û bi hestên wan bang li gelê kurd, li dezgeh û saziyên Kurdistanî dikin da ku di her qadên jiyanê de bi kurdî biaxivin, binivîsînin, bixwînin; xwedî li zimanê kurdî derkevin, li himberî dagirkeran têkoşîneke xurt bimeşînin ku zimanê kurdî li Kurdistanê û cihên ku kurd lê dijîn bibe zimanê fermî, ji perwerdehiyê bigire heta weşangeriyê di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn.

Em, bang li hemû kurdan dikin ku ne tenê di 15ê Gulanê de, lê her dem xwedî li wê ked, bawerî û hişmendiya neteweyî ya kedkarên Hawarê derkevin.

Em bi vê minasebetê, Mîr Celadet Bedirxan û ew rewşenbîr û nivîskarên ku keda wan di weşandina Hawarê de, di parastin û pêşdebirina ziman û çanda kurdî de heye bi rêzdarî bi bîr tînin.

 

14.05.2016

Partiya Sosyalîst a Kurdistan - PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin