
Daxûyaniya çalakvanên siyasî, medenî û mafê mirov ên Rojhelatê Kurdistanê
.
Bi navê Azadî, bo dadperwerî û yeksanî
“Tekoşîna îro ya me berhemhênera rastîn a pêşerojê ye”
Xelkê şoreşger û azadîxiwazên Kurdistanê!
Di vê demsalê de ku rejîma Komara Îslamî dawî rojên xwe derbas dike, hêvî bi jinavçona vê dezgeha sitem û tepeseriyê, pitir ji her demekê li dilê hemû kesî de peyda bûye.
Hevdem xelkê seranserê Îranê bi giştî û Kurdistan bi taybetî, ligel metrsiyên micid ên serdema derbasbûn heya aramiya çarçêweyek siyasî dêmokratîk li ser bingeha azadî û dadperweriyê û bi dûr li şer û sitema nû, rû bi rû ne.
Em baş dizanin Kurdistan neteweyek bi dîroka tejî berxwedan û xebat ku bi salan e berxwe dide û serbilindî, bi dijî şerê sepandî xebat kiriye û li dijwartirîn rojên berxwdan ligel vê rejîmê de, penah û hêviya netewe yên azadîxiwazên panatiya Îranê bûye.
Di niha de hewce ye gelek bi hişyariyê ve li hember vê rewşa hestiyar û dîrokî, yekgirtina xwe zêdetir ji her demekê biparêze û bi ezmûnên xebatgêrî û hevkariyên civakî û medenî yên xwe, dawî çerxên vê rejîma zalim hilweşîne.
Yekîtî û hevkariya me ya girseyî ew hêz e ku dê li hember her cûre alozî, tundajoyî, faşîzm û popolîzmê de bi ser bikeve û tevgera me ya rizgariyê bi rûmet û bandora xwe ji her windahî û gefekê diparêze.
em ne tenê beşek li vê rêyê ne, belku hemû pevre derbas bikin û bi wîjdanek aram û zeynek hişyar’ li her cûre reftarek Îdyalîstî, sehî û bêkêrnehatiy xwe dûr bigrin, dest bi bayexên mafê mirovî û pêkhateyên demokratîkan bo garantîkirina armancên me digrin.
Me bawerî bi vê yekê heye ku berdewam bûn li ser vê rêyê, ne tenê dibe sedema bihêzkirina yekgirtiya di navbera hêzên siyasî û civakî, belku îradeya xelkê û desthilata cemawerî bi ser her cure berbelavî û metirsiyên dewrana derbasbûn û tevî ewraz û nişîvên siyasî yên vê demê disepîne û bi awayekî çend curî û piloral, ber bi kiryarên tund û xiran digre
“Yekgirtina Çalakane” ev mîtod e ku rêya dêmokratîzekirina civakê guherî dike û “ diyalog bi cihê tifeng, siyaset bi cihê zorê, dengdana azad û rasteqîne bi cihê çek” cihgîr dike.
Tiştê ku niha herî zêde pêwîstiya me pê heye yekîtîya çalakane ye; bi wateya qebûlkirina erkan ji aliyê tek û girûpan ve bo nexşandina pêşerojek ku wergêrana bi salan xebat û zehmeta xelkê Kurdistanê be bo hezkirina bi jiyan, mirovahî û netewî ye.
Bi vê boneyê, em bang li hemû berpirsên dezgehên xizmetguzariyê, fermangehan, hêzên serbazî û dadperweriyên Kurdistanê, rêkxiravê endaziyarî( bînasazî, kangeh û çandinî) rêkxiravên pizîşkî û dermanî, dibistan û zanîngehan, sendîkaya şofêran û barhilgiran, rêkxiravên jinên pêşeng û xebatkar, yeketiya kedkaran, kasibkaran û bazariyan, mamostayên olî û nîştimanî dikin ku, pêkve bi qebulkirina erkan li vê derfetê de, tevî seknîn li bereya rast a dîrokê, bo kêmkirina têçûyan, metirsî û mewdaya dewrana guzer em hewil bidin, bi îmkana çarçêweyek dadperwerî tewer, dêmokratîk û hemû aliyane heya ewlekirina azadî û demokrasiyek seqamgîr li rojhilatê Kurdistanê de, bi destê xwe em ava bikin
Çalakvanên siyasî, medenî û mafên mirov ên Rojhilatê Kurdistanê
Sine 6ê Şibata 2026

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin