Dadgehê di doza Somayê de biryara xwe aşkere kir

Dadgehê di doza Somayê de biryara xwe aşkere kir

.

A+A-

Dadgehê bi tohmeta ku “Biqestî bûye sedema mirin û brîndarbûna mirovan" 20 sal cezayê girtîgehê li Can Gurkan, Serokê Lijneya Birêveber a Şîrketa Komirê ya Somayê biriye.

Di doza mirina 301 karkerên kanaya madenê ya li Somayê de dadgehê biryara xwe aşkere kiriye.

Piştî ku Dadgeha Bilind biryara Doza Somayê qebûl nekiribû û gotibû bila dadgehkirin jinûve pêk were, îro Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsara Manîsayê di 4emîn danişîna dozê de biryara xwe aşkere kiriye û bi tohmeta ku “Biqestî bûye sedema mirin û brîndarbûna mirovan" 20 sal cezayê girtîgehê li Can Gurkan, Serokê Lijneya Birêveber a Şîrketa Komirê ya Somayê biriye.

Her weha dadgehê 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Efkan Kûrt û Adem Osmanoglû ku endezyar in biriye û Halûk Evînç, Endamê Desteya Rêvebiriya heman Şîrketê beraet kiriye.

Tu bersûc nehatine girtin.

Malbatan bertek nîşanî biryarê daye.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem(ÇHD) daxuyanî daye û gotiye, “Ev biryar di encama telîmat û midaxeleyên ku di dosyeyê de ne hatiye dayîn, biryareke tunehesibandin e.”

Çi bûbû? 

Li Somayê, navçeya Manîsayê, di 13ê Gulana 2014ê de agir bi kanaya madene ya Soma Holdîng xwediyê wê ye derketibû.

Ji ber şewatê, galeriyên kanayê bi dûmanê tijî bûne. 800 karker li vir asê mabûn.

301 karker miribûn, 486 karker jî birîndar bûbûn. 162 karker jî filitîbûn.

Pêvajoya dadgehkirinê

Dadgehkirina qetlîamê di 13ê Nîsana 2015ê de dest pê kiribû, Dadgehkirin li 11ê Tîrmeha 2018ê de qediyabû.

Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê 15 sal cezayê girtîgehê û 3 sal astengkirina karên kanayê li Can Gurkan, Serokê Lijneya Rêveber a Şîrketa Soma Holdîngê birîbû.

Ji 15 salan heta 22 salan cezayê girtîgehê li Midurê Giştî yê heman şîrketê Ramazan Dogru, Alîkarên Midurê heman şîrketê Îsmaîl Adali û Ertan Ersoyî birîbû. Her sê kes jî girtî dihatin dadgehkirin.

Her weha ceza li wan neh kesan jî birî ku nehatibûn girtin û dadgehkirin. Lê xwediyê şirkete Alp Gurkan jî di nav de 37 kesan beraet kiribû.

14em Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmi ya Îzmîrê cezayê girtîgehê yê 5 bersûcên girtî erê kiribû ku ji 15 salan heta 22 sal û 6 mehan ceza li wan hatibû birîn. Dadgehê her weha biryara tehliyeyê ji bo Can Gurkanî dabû.

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin