COLEMÊRG - 5 jin namzedên muxtariyê ne: ‘50 sal in mêr muxtar in’

COLEMÊRG - 5 jin namzedên muxtariyê ne: ‘50 sal in mêr muxtar in’

.

A+A-

 Rikeberiya berbijêrên hilbijartinên 31ê Adarê tund bûye.

Li gundê Befircanê yê Colemêrgê jina bi nave Aycan Canan berbijêra muxrariyê ye û rikeberiyê bi 6 mêran re dike.

8 rojên din dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan werin kirin.

Di bengeşeya hilbijartinên 31ê Adarê de taybetiyeke Colemergê heye, li vê parêzgehê 5 jin ji bo muxtariyê bûne namzed.

Welatiya bi navê Aycan Canan yek ji wan e û ew namzeda muxtariyê ya gundê Befircanê û gundikên wê ye.

Aycan Canan tevî berf û baranê bi cil û bergên xwe yên Kurdî mal bi mal digere û daxwaza dengên gundiyan dike.

“50 sal in mêr muxtarê gund in”

Namzeda muxtariyê ya gundê Befircanê Aycan Cananê got:

“Dema ez li malan digerim zilam gelekî şaş dibin û dibêjin, tu dê çawa bi me re bêyî şînan, ji ber ku li gundê me muxtar diçine şînan.

Ez jî dibêjim ez dê jinan bibim û ez dê bi jinan re biçim. Ez dê vê carê bibim muxtarê jinan 50 sal in li gundê me her tim mêr muxtar in, bila vê carê ez rengekî cuda bidim hilbijartinan.”

“Em dixwazin muxtara me jin be”

Şêniyên jin ên gund jî piştgiriya Aycan Cananê dikin û radigihînin ew dê dengê xwe bidin wê.

Welatiya bi navê Tirkan Barutê got:

“Em dixwazin ji bo me xizmetê bike, jin her dem daxwaza xizmetê dikin. Jin alikariya jina dike ez hêvî dikim ku ew jî dê alikariya me bike.”

Şêniyeke din a gund Sabriye Gucluyê jî da zanîn:

“Em dixwazin muxtara me jin be. Gelek kêmasiyên me hene, rê û av nînin. Her dem zilam nabin bila vê carê jî muxtarê me jinek be.”

Li gundê Befircanê 6 namzedên din jî hene û her 6 jî mêr in.

Piraniyên jinên gundên Befircanê jî dia ji namzeda xwe re dikin û dixwazin vê carê li gundê wan jinek bibe muxtar.

“Rêyên gundê me nînin”

Şêniya bi navê Memîxan Gucluyê jî dixwaze muxtar xizmetê ji gund re bike û li ser nebûna rêyên gund wiha got:

“Rêyên me gelekî nexweş in hemû kortik in. Rêya garana me nîne ku em çêlekên xwe bibin garanê, li gundê me gelek kêmasî hene.”

Li navenda parezgeha Colemergê jinek, li navçeya Geverê 2 jin û li navçeya Şemzînanê jî jinek û li navçeya Rûbarokê jî jinek ji bo muxtariyê bûne namzed.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin