Civîna Ciwanên PAKê li Amedê

Civîna Ciwanên PAKê li Amedê

‘’Pêşeroj ya we ye, pêşeroja PAKê jî di destê we de ye. Em jî bi her awayî li gel we ne. Tecrûbe û dinamîzm gava bibe yek, emê xurttir, geştir û mezintir bibin’’.

A+A-

Nûnerên Ciwanên PAKê roja 01.05.2016an li Amedê li navenda Giştî ya PAKê civîna xwe lidarxistin. Ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyê 50 nûnerên ku temsîla ciwanên bajaran yên PAKê dikirin beşdarî civînê bûn.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik , Cîhgirên Serokê Giştî Dr. Salih Özgökçe, Mehmet Gül, Endama Komîteya Birêveberîya Navendî Serap Aldemir û endamê meclîsa PAKê Mirza Akar jî beşdarî civînê bûn.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, di axaftina xwe de weha got: ’’Ev civîn û beşdarîya ciwanên PAKê , nîşana berhemdayîna xebatên PAKê yên ji damezrandinê heta nuha ne.

Ozçelîk  kêfxweşîya xwe dîyar kir ku; " êdî ciwanên PAKê hêdî hêdî rêya girseyîbûnê vedikin. Ew dixwazin di kongreyên yên pêş de, ciwan bibin xwedî û rêveberên PAKê."

Mustafa Özçelik di axaftina xwe de behsa girîngî û pêwîstîya hebûna PAKê li bakurê Kurdistanê kir. Herweha bi taybetî jî bal kişand ser girîngîya xebata ciwanan û got; ‘’Pêşeroj ya we ye, pêşeroja PAKê jî di destê we de ye. Em jî bi her awayî li gel we ne. Tecrûbe û dinamîzm gava bibe yek, emê xurttir, geştir û mezintir bibin’’.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, Dîwana Civînê dest bi civînê kir. Rojeva civînê berîya civînê di nava nûnerên ku dê beşdar bibin hatibû gengeşî kirin û civîn li ser wê rojevê destpê bibû.

Rojeva Civînê ji du xala pêk hatibû:
1- Rewşa Giştî ya xebatên ciwanên PAKê û rewşa Kurdistanê, wazîfeyên gêncan.
2- Bijartina Komîsyona Navendî ya Gêncên PAKê

Di xala yekem de, hemû nunerên bajaran behsa xebatên xwe kirin. Di vê derbarê pêşdebirina xebatê de nêrîn û pêşniyarîyên xwe anîn ziman. Di derbarê şerê heyî û tesîra wê ya li ser xebata sîyasî de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin. Nûnerên ciwanan, jibo bernameya xebatê ya heta Kongreya Giştî ya PAKê pêşnîyarîyên xwe anîn ziman.

Xala duwem piştî nîvro destpêkir. Di vê xalê de, ewil nûnerên ciwanên bajaran jibo Komîsyona Navendî, li ser navê bajarên, her bajarekî nûnerên xwe pêşkêş kirin. Paşê jî ji van nûneran Komîsyana Navendî ya Ciwanên PAKê ya nû hate tesbît kirin. Komîsyon dê li gor pêşnîyarîyên ku hatibû ziman, bernameyeke xebatê ya nû çêbike û dê xebatên ciwanan geştir bike.

Civînê bi hêjmara beşdarên xwe, bi mistewaya minaqeşeyên xwe, bi kelecan û coşa xwe ve; rengekî nuh, sînerjîyeke nuh û hêvîyeke nuh afirand. Di meşa PAKê de ev civîna berhemdar ya ciwanên PAKê, dê weke destpêke nuh jî bê bibîranîn. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin