Çima navê pirtûka “Şivanê kurmanca” wergerandine “Şivanê kurda”
Spas ji Xwedê re, min bersiva pirsa çima navê pirtûka "Şivanê kurmanca" wergerandine "Şivanê kurda"* di nav arşîva xwe de dît.
Her wusa bila zanê me yên mîna rêzdar kek Mustafa Aydoğan gelekî temen dirêj û her serketî bin!
Ew î bersiva pirsa min* û gelek pirsên min qet bi wan nizanîbû, di rûpelên: 6-52 yên vê pirtûka „Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca“ ya ku, di sala 2009 de ji aliyê „Weşanxaneya LÎS“ê ve hatiye çapkirin-parvekirin de, bi kurayî lêkolînkiriye û li gorî orgînala wê berhevkiriye, daye.
Rêzdar kek Mustafa Aydoğan dibêje, „Pirsên ku ez li bersivên wan geriyam
Ev berhem bi alfabeyeke cuda hatibû nivîsîn, ya rastî, bi alfabeya Kurdên me yên Sovyeta berê hatibû nivîsîn û min tipguhêzîya wê kir. Lê hin pirs hebûn ku diviyabû bersivên wan bi awayekî zelal bihatana dan. Ji bo vê ji diviyabû min bersiv peyda bikirana. Helbet, bersivên min ên peydakirî jî diviyabû ne li ser bingehê bihîstinê bûna, an jî ne li ser jêveguhastinên şaşîyên berê bûna. Divîyabû wan xwe bispartana belgeyan. Ji ber ku pirsa me zelalkirina destpêka romana Kurdîbû, belgekirina romana Kurdîya yekem bû, loma ne bi tenê belgekirina berhemê, herweha bersivên van pirsan jî diviyabû bihatana peydakirin û belgekirin:
Gelo ev berhem berê bi kijan zimani hatibû nivîsîn? Gelo ev berê bi ermenîkî, bi rûsî an jî bi Kurdîhatibû weşandin? Kurdiya wê kengi hatibû weşandin? Gelo versiyona Kurdili kijan çapxaneyê û
ji aliyê kijan weşanxaneyê ve hatibû weşandin. Wergera wê ya rûsî cara yekem ji kîjan zimanî hatibû kirin û kengî hatibû weşandin? Navê wergêrê an wergêra wê çi bû? Navê çapxaneya wê çi bû, navê
weşanxaneya wê çi bû? Gelo wergera wê ya rûsî çend carên din û di kijan salan de hatibû weşandin û di pêşgotinên wan çapên cuda de, ji bo zelalkirina pirsên me tu agahdarîyên bikerhati hebûn an na?
Ev berhem bi Kurdîbi kîjan alfabeyê hatibû nivîsîn? Ma bi rasti, ev berhem cara yekem bi alfabeya kirîlî hatibû nivîsîn? Wergera wê a ermenîkî kengî hatibû kirin û weşandin? Heger ev berhem bi Kurdî bi kirîlî nehatibû nivîsin, hingê bi kîjan alfabeyê hatibû nivisîn? Heger alfabeyeke din be, hingê danêrê wê an danêrên wê kî bûn, bi çi awayî û kengî hatibû danîn? Gelo tiştên ku heta niha li er alfabeya vê berhemê hatibûn nivîsîn rast bûn? Û hwd.“* Çavkanî di wênan de diyarin!
Vêca, keremkin bersivên van pirsên ha û hwd. di rûp.:6-52 de bixwînin !
Mala we her ava be rêzdar kek Mustafa Aydoğan û birêvebirên „Weşanxaneya LÎS“ê!
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin