
Çima Dadgeha Federal deriyê xwe li ber endamên parlamentoyê girt?
.
Hewrê Tofîq
Piştî wê rewşa navxweyî ya ku Dadgeha Federal tê re derbas bû û serokê berê yê dadgehê xanenişîn bû, li şûna wî dadwer Munzir Brahîm bû serokê dadgehê. Qonaxeke nû di xweza û rêveçûna dadwerî û rêbaza derxistina biryaran a dadgehê de hat dîtin.
Rasterast piştî destbikarbûna serokê nû yê dadgehê, daxuyaniyek belav kirin û bi awayekî zelal û eşkere ragihandin ku ew di çarçoveya pisporiya destûrî de li dozan dinêrin û sînorê desthilat û pisporiya xwe berfireh nakin.
Ev yek li gorî Qanûna Dadgeha Federal a hejmar 25 a sala 2021ê, guhertoya yekem a biryara hejmar 30 a sala 2005an e.
Li gorî rêziknameya navxweyî, dema ku dozger dozekê li dadgehê tomar dike, pêwîst e du mercên sereke tê de hebin, ew jî ev in: Divê doz di çarçoveya pisporiya Dadgeha Federal de be û nekeve nav pisporiya dadgehên din û divê dozger di dozê de xwedî berjewendî be.
Demek e her dozeke ku ji aliyê parlamenterekî ve li Dadgeha Federal tê tomarkirin, wekî ku di gotinên Kurdewarî de tê gotin, "bê du dilî û bê sê û du", doz tê redkirin û dinivîsin ku dozger ne xwedî berjewendî ye.
Gelo ev mesele çi ye û çima wisa lê hatiye? Di sala 2018an de, Parlamentoya Îraqê ji bo meşandina kar û barên xwe, li gorî desthilata xwe ya destûrî, Qanûna Encumena Nûneran a hejmar 13 a sala 2018an derxistibû.
Hem Serokwezîr Heyder Ebadî û hem jî hejmarek parêzer, li dijî gelek madeyên qanûna parlamentoyê li Dadgeha Federal îtiraz kiribûn. Yek ji wan xalên ku îtiraz lê kiribûn, madeya 6, benda duyem a Qanûna Encumena Nûneran bû ku dibêje, "Endamê parlamentoyê wek xwedî berjewendî û mafê gel tê hesibandin, ji ber ku nûneratiya 100 hezar kesî dike û mafê wî heye li şûna wan li ber dadgehan nûneratiyê bike û daxwaza dadweriyê bike."
Dozgeran gotibû ku ev yek dijî madeya 19, benda duyem a destûrê ye, ku dibêje, "Mafê darizandinê, mafekî misoger e ji bo hemû mirovan."
Her wiha, ev li dijî madeya 61 a destûrê ye ku desthilat û pisporiya parlamentoyê destnîşan kiriye ku ew jî ev in: Derxistina qanûnan û çavdêriya cîbicîkirina qanûnan.
Bi kurtasî, gilîkar dibêjin ku mafê endamê parlamentoyê yê gilîkirinê li Dadgeha Federal nîne, ji ber ku ew ne xwedî berjewendî ye û karê wî tenê derxistina qanûnan û çavdêriya cîbicîkirina wan e.
Parlamenter ne wekîlê yasayî yê gel e û ne xwedî berjewendî ye ku xwe li şûna gel bike wekîlê yasayî. Dadgeha Federal ev doz qebûl kir û bi biryara hejmar 140 û dozên yekbûyî 140/Federalî/Ragihandin a sala 2018an, biryar da ku madeya 6, benda duyem a Qanûna Encumena Nûneran a ku me behs kir, dijî destûrê ye û parlamenter ne xwedî berjewendî ye û nikare li dadgehê gilî bike.
Niha Dadgeha Federal piştî çend salan vegeriyaye ser vê biryarê û dibêje, parlamenter ne xwedî berjewendî ye û doza wî red dike. Di rastiyê de, piştî van hemû salan, çima niha dadgeh vê biryara sala 2018an cîbicî dike?
Di rastiyê de, hejmarek parlamenter, ji bo xwederxistina pêş û xwelehengkirinê, her roj li Dadgeha Federal gilî dikirin. Bi qasî ku li Dadgeha Federal bûn, wiha ne li hola parlamentoyê bûn.
Ji aliyekî din ve, ji bo aramîbûna siyasî û bicihanîna qanûnê ji bo rûbirûbûna wê paşveçûna ku her roj biryarek derdiket, pêwîst dikir ku dadgeha destûrî sînorekî ji bo vê diyardeyê deyne.
Xaleke din a hê girîngtir, endamê parlamentoyê ne parêzer e. Karê parêzeriyê pîşeyeke serbixwe ye û jê re dibêjin "dadweriya ehlî", û merc û rêgezên xwe hene. Loma, hejmarek parêzer li gel serokwezîr bûbûn gilîkar.
Di rastiyê de, nayê zanîn heta kengî Dadgeha Federal dê rijdiyê li ser wê biryarê bike lê di dema niha de Dadgeha Federal li gorî wê biryara jorîn kar dike.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin