
CENTCOM: Îranê mûşeka balîstîk avêt Kuweytê
.
A+A-
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Îranê bi mûşeka balîstîk Kuweyt kiriye hedef û mûşek ji aliyê artêşa Kuweytê va hatiye astengkirin.
Di daxuyaniya CENTCOMê ya li ser hesabê Xê de wiha hat gotin:
"27ê Gulanê bi dema Rojhilat demjimêr 22:17an, Îranê mûşeka balîstîk avêt Kuweytê û mûşek ji aliyê hêzên Kuweytê ve hat astengkirin."
Di daxuyaniyê da êrişa li ser Kuweytê bi rengê "binpêkirina agirbestê" hat nîşandan û hat destnîşankirin Îranê berî vê êrişê 5 dronên kamîkaze jî firandine.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku artêşa Amerîkayê dronên navborî asteng kirine.
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin