Çekdarên Sultan Murad li Efrînê 4 welatiyên Kurd girtin

Çekdarên Sultan Murad li Efrînê 4 welatiyên Kurd girtin

.

A+A-

Çekdarên grûpa Sultan Murad a girêdayî Tirkiyê hejmarek welatiyên Kurd ji gundê Sêmalka bi ser nahiyeya Mabata ya herêma Efrînê girtine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye, roja 31ê meha çille, çekdarên grûpa Sultan Murad avêtine ser gundê Sêmalka û hejmareke gundî girtine.

Rêxistina navborî diyar kir ku ji girtiyan heta niha her yek ji Ehmed Seydo, Aras Yûsif, Şiyar Seydo û Yûsif Betal hatine naskirin.

Li gor heman rêxistinê, ew welatî bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser a ku berê li herêmê hebû, hatine girtin, lê armanca rasteqîn wergirtina fidiyeyê ji kesûkarên wan e.

Rêxistinê herwiha diyar kir ku roja 26ê Çile, istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl welatiyê bi navê Ebdo Henan ê 55 salî ji gundê Maratê girtine.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve di jêr kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye û ji wê demê de binpêkariyên li hember Kurdan ku xelkê resen ên herêmê ne berdewam in.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin