Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrişî gundekî li rojhilatê Qamişlo kirin

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrişî gundekî li rojhilatê Qamişlo kirin

.

A+A-

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve gundê Girkê Zêra li rojhilatê Qamişlo kirin armanc.

Li gor zanyariyan di encama wê êrişa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, 10 serên pez li gundê navborî bi gulleyên hêzên Tirkiyê mirar bûn, vê yekê nerazîbûnek ji aliyê xelkê gund li pey xwe anî.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ew êrişa Tirkiyê, duh Pêncşemê, 25/03/2021, pêk hat.

Ev di demekê de ye ku roja 6ê vê mehê jî, hêzên Tirkiyê gundê Şorik li Amûdê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê kiribûn armanc.

Piştî vê êrişa hêzên Tirkiyê 2 zirxpoşên Rûsî berê xwe dabûn gundê navborî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin