Çalakvanê Kurd li dijî Peymana Lozanê ber bi New Yorkê ve dimeşe

Çalakvanê Kurd li dijî Peymana Lozanê ber bi New Yorkê ve dimeşe

.

A+A-

Komek Kurdistanî û dostên Kurdan bi pêşengiya aktîvîstê Kurd Kanî Xulam di sed saliya salvegera Peymana Lozanê ya ku nehiştibû Kurd bibin xwedî statu, ji bo şermezarkirina peymanê ji Washington heta New Yorkê meşeke bi navê “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” li dar dixin.

Rêveberê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê (American Kurdish Information Network) Kanî Xulam bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê ji Washingtonê ber bi Navenda Netewên Yekbûyî ya New Yorkê ve dest bi meşa xwe ya “Meşa ji bo rûmet û azadiyê” kir. Heta nêzikî 20 kesan diyar kirine ku ew dê tevlî meşê bibin.

Di çalakiya ku ji aliyê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê ve hatiye organîzekirin de Xulam dibêje, ew ji bo şermezarikirina sedsaliya Peymana Lozanê, ku rê li avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdi girtibû, û di 4ê Temûzê Roja Serxwebûna Amerîkayê de ji bo ku bala Neteweyên Yekbûyî û rêveberiya Amerîkayê bikşîne ser bidestxistina mafên kurdan vê meşê lidar xistine.

Meşa Kanî Xulam a 530 kîlometreyî ku îro dest pê kir, tê plankirin ku 24 rojan de ango di 24ê Tîrmehê de ku Peymana Lozanê hat îmzekirin bi dawî bibe. Gelek aktîvîstên Amerîkî, dostên Kurdan û Kurdên li dîasporayê dijîn jî piştgirî didin çalakiya Xulam.

Beriya ku çalakvanê Kurd Kanî Xulam dest bi meşa xwe bike, gelek hevalên Kurd ji bo piştgiriyê hatin cihê ku meşê lê dest pê bike û hinek pêwîstiyên sereke yên weke xwarin, vexwarin, keresteyên din jê re amade kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin